المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo : Bîranîna jidayîkbûna nemir Mela Mûstafa Barzanî hat vejandin

0 84

Encûmena niştîmanî ya kurd li Sûriya, îro roja duşemê 14ê Adara 2022an, li bajarê Qamişlo aheng û şahiyeke bi coş li darxist, bi boneya roja dayîkbûna bavê Netewa miletê kurd Mela Mustefa Barzanî..

Û ev yek bi amadebûna hejmarek mezin ji cemawer û encûmena niştîmanî û nûnerên partiyên siyasî û herwiha rêxistinên sivîlan jî ..

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir…

Û piştre gotina Encûmena niştîmaniya kurd li Sûriya ji aliyê endamê ofîsa siyasî ya PDK-Sê M,Muhsin Tahir ” ve hate pêşkêşkirin..

Û gotina encûmenên xwecihiyan yên Qamişlo ji aliyê M,Mihemed Sedîq ” ve hate xwendin…

Û aheng bi stran û dilan ji aliyê koma Narîn û Orkêş ên hûner û filklorên kurdî û hejmarek ji hunermendên Rojavayê kurdistanê ve bi rêve çû.

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo..Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.