المجلس الوطني الكوردي في سوريا

“119” SAL LI SER JIDAYIKBÛNA BAVÊ NETWA KURD MELA MISTEFA BARZANÎ DERBAS DIBIN.

0 80

Her Sal di 14ê avdarê de, gelê Kurd li seranserî Cîhanê bîranîna rojbûna bavê netewa Kurd Mela Mistefa Barzanî vedijînin.

Kurtejiyana Bavê nemir Mela Mistefa Barzanî ..

Di dîroka gelê kurd de gelek dastanên berxwedan û mêrxasî û qehremanî û şoreşgeriyê hatine tomar kirin, ku ne bi tenê di dîroka kurdî de, lê belê di dîroka cîhanê de cihê xwe girtine, bi rêberiya bavê netewya gelê kurd Mela Mistefa Barzanî.

Mela Mistefa kurê Şêx Mihemedê Barzanî, jidayîkbûna 14ê avdarê sala” 1903″ an de, li gundê Barzan, û herwiha dema êrîşkirina hêzên Osmaniyan li ser çend deverên Kurdistanê di Sala “1906 ” an de, Şêx EbdElselam Barzanî birayê mezin yê Barzanî hat girtin,

ku Barzanî di wê demê de” Sê “salî bû, û li gel dayîka xwe ji aliyê Osmaniyan ve hatine girtin û” Neh” mehan di zindanê de man.

Herwiha di derbarî dîrok û xebata Mela Mistefa di warê leşkerî û siyasî de : Barzaniyê nemir li ser hizir û ramanên neteweyî û bi kurdperwerî mezin bû.

_ Mela Mistefa di sala “1930 _1932 ” an de, bi roleke pir giring beşdarî Şoreşa “Şêx Mehmûd”, û şoreşa Yekem a Barzanî bû.

_ Di sala “1943 _ 1945 ” an de, bi serfirmandariya Barzanî, hêzên barzaniyan şer û berxwedanên dijwar, li dijî Îngilîzan û hêzên dewlata Îraqî kirin.

_Di sala 1946 an de, Mela Mistefa û bi hezarên pêşmerge tevlî Komara kurdistan li Mihabadê bûn, û li wir Barzaniyê nemir dibe serfirmandarê giştî yê leşkerê komarê û pileya Cenêraliyê werdigire.

 

_Di sala “1946 ” an de, Partiya Demoqratî Kurdistan li Başûrê Kurdistanê  bi destê Barzanî hat damezirandin.

_Di sala” 1947 ” an de û piştî herifandina Komara Kurdistanê li Mihabadê, Mela Mistefa û “500 ” ji pêşmergeyên barzaniyan, di nav sînorên” 3 ê “,Welatan, de “Îran,Îraq, Tirkiyê”, bi meşê û bi koçeke dîrokî berê xwe dane Yekîtiya Soviyêtê, Barzanî li gel hevalên xwe” 12 ” salan li wir dimînin.

_Di sala “1958 ” an de, piştî rûxandina rêjîma Şah  (Melekî) li Îraqê, Barzanî û gelek hevalên xwe vegeriyan Welatê xwe.

_Di “1ê êlûna sala “1961ê de, ji bo bidestxistina mafên neteweyî ji gelê kurd re, Şoreşa Kurd, bi serokatiya Barzanî, destpêkir, piştî şerên dijwar û xebateke dûvûdirêj.

_Di “11ê ” avdara sala “1970ê,de berpirsiyarên kurdan û Hikûmeta Iraqê, li ser autonomiyê ji gelê kurd re lihevkirin, lê rêjîma Behs, xwe neda ber pêkanîna xalên giring ji peymana Adarê re.

Herwiha di dîroka tevgera kurdî de, rêberê neteweyî, yê herî bi nav û deng,” Barzaniyê “nemir bû, serokê Partiya Demoqirata Kurdistanê bû,

Di sala” 1979″ an de, ji ber nexweşiya penceşêrê li nexweşxana Corc tawin, koça dawî kir.

Herwiha Barzaniyê nemir bi hizir û ramanên xwe gelek xebat û şer û Canfidayî di pirsa kurdî û mafên Kurdistanê de, dikir.

Barzaniyê nemir her wê di dilê kurdan de bimîne…

Herwiha gotin û axaftinên bavê netewa kurdî Barzaniyê nemir, hemû dîrokî bûn û pir bi watebûn.

Gotinek ji gotinên wî dema di şoreşê de,rojnemevanekî jê pirsî ku tu bi çi awayî şerdikî Herwiha Barzaniyê nemir wiha got”Ez di dilê heryekî kurd de, yên di cîhanê de şerdikim”

Hezar dilovanî li giyanê bavê netewa Kurd be.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.