المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji ENKSê bi cîgirê serokê perlemana Kurdistanê re civiya

0 63

Roja çarşemê 2ê sibata 2022an, şandeke pilebilind ji komîteya pewendiyên derve ya ENKS ê bi serokatiya M, Kamîran Haco “berpirsê pewendiyên derve û M,Ibrahîm Biro û Dr,Ismaîl Hesaf “Endamên komîteya pewendiyên derve ya ENKS ê , li gel Cîgirê serokê perlemana kurdistanê Dr,Hêmin Hewramî” li Hewlêrê Paytexta herêma kurdistanê civiyan ..

 

Û di derbarê vê hevdîtinê de her du aliyan bi giştî behsa babetên giring ser bûyer û pêşhateyên herî dawî yên siyasî li deverê û bi taybetî li Kurdistana Sûriyê gotûbêjkirin û herwiha ji rexekî din ve anîn ziman ku pêwista nasnameya kurdan li Sûriyê were parastin û doza kurd li Sûriyê di rêya diyalogê de were çareserkirin..

 

Û her di berdewamiya vê civînê de her du aliyan tekez li ser parastina mafên tevaya pêkhate û netewan li Sûriyê hate kirin…

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo.. Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.