Weku tê zanîn ku wezareta xwendina bilind ya Sûriyê di 3ê Nîsanê de biryara rawestandina dewama xwendakaran bi giştî li hemû zanîngeh û peymangehan ji ber metirsiya zêdebûna rêjeya belavbûna nexweşiya koronayê li Sûriyê .
Û herwiha Diho” 15″ ê Nîsanê biryara dirêjkirina qedexeya dewamê hate ragihandin ta “24” ê vê mehê.
Û herwiha ji rexekî dî ve di “3”ê Nîsanê de , wezareta perwerde biryara bi dawî kirina dewamê li hemû dibistanan li seranserî Sûriyê bi awayekî fermî ragihandin ji pola “1” ta” 4″ an û herwiha pola 5 ta 8 an di 25 Nîsanê de wê werin ezmûnên xwe .
Û ji pola” 9″ ta “12” an ku ezmûn ji” 31 “Gulanê ta “22” Hezêranê were pêşkêş kirin.
Û herwiha di derbarî vê yekê de mamosteyeke ziman dide xwendevanên asta navendî “Nisrîn Xelil ” ji malpera me re ragihand û anî ziman :
“Ku îro wezareta xwendina bilind biryara dirêjkirina qedexeya dewamê diyarkir ji sedema belavbûna Veyrûsa koronayê ,
şagirtên ji pola 5 ta 8 di 25 vê mehê de wê ezmûnên xwe pêşkêş bikin û di dema heftiyekê wê berdewam bik,
piştî standina rêkarên taybet ji bo rêgirtinê ji belavbûna nexweşiya koronayê û xweparastina şagirtan bi mercên danîna maskan û kêmbûna hejmara şagirtan di refê de”.
Hêjayê were gotin ku Rêjeya Belavbûna Veyrûsa koronayê pir mezin bûye, û dikeve cihê Metirsiyê de, û pêwîste Pabendbûna hebe bi rênimeyên tendrustî.
Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî