المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVATA ASAYÎ YA HEVRÊZIYA GIŞTÎ YA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ LI SÛRIYA..

0 75

Di destpêka heyva avdara sala 2021ê de,hevrêziya giştî ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriya civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo li darxist.

Di derbarê naveroka civatê de, endama hevrêziya giştî yaTevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye,M.Nebîla Omer, ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Hevrêziya giştî ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye civîna xwe ya asayî bi beşdarbûna hevrêzê giştî mamoste Fêsel Yûsif, li darxistin  ,

û li ser lîsta kar rawestiyan birêkûpêk, di destpêkê de, xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan.

Herwiha civatê hemû bûyerên herî dawî yên siyasî yên nû li ser qada herêmê û Sûriya bi giştî gengeşekirin.

Herwiha Civat rawestiya li ser gera pêncan ji komîta Destûrî, ya ku rêjîma Sûriya hawildan dike ji bo wê binpê bike ,

di derbarê gengeşekirina hin mijarên dûrî karê komîta destûrî de.

Û bazhildana biryarên civaka navdewletî û bi taybet biryara 2254 ya ku ji bo çareseriya siyasî ya giştî ji kirîza Sûriya,û bi dawîkirina rêjîma sitmkar û yekalî.

Herwiha di derbarê vê yekê de,hevrêzê tekez kir li ser ev nêzîkî deh salan bûye ji welatê Sûriya, ji wêrankirinê,koçberî,xerakirin û estengiyên jiyanê piştî zehmetiyên rewşa aborî û daketina nirxê lêreya Sûrî li hemberî hemû nirxên perên biyanî bi taybet Dolor, rêjîma Sûriya dibe berpirsiyarê vê rewşê”.

Herwiha Omer got jî:

” Civatê rewşa Kurdistanî û kurdê Sûriya jî gengeşekirin,civatê di derbarê wê de,

li ser yekhelwesta Kurdî û danûsitendinên Kurdî yên hatine sekinandin, di navbera ENKSê û PYNKê de,û beşdarbûyan  dîtin ku  encamên nerîna Siyasî û lêvegera kurdî gavnên giring in ji bo avakirina peymanek siyasî ya giştî  ,

û hevrêziyê, tekez kir li ser berdewamiya van danûsitendinan di bin çavdêriya Emrîka de,û daxwaz kirin ji fermandarê HSDê ji bo li himber binpêkirin û ragihandinên xerab yên derdikevin ji aliyê hin berpirsiyarên PYNKê biseknîne , yên ku armanc dikin ji bo binpêkirina van danûsitendinan ,Yên ku daxwazek bingehî ye ji gelê kurd re û rola ENKSê ya Istiratêjîke.

Herwiha civat rawestiya li ser avakirina desteyên û ofîsên Eniya Aştî û Azadî,û tekez kirin li ser giringiya pêşxistina wan wek hêzek niştîmanî ji bo çareseriya Sûriya li gorî biryarên civaka navdewletî û lîsteyên mafên mirovan”.

 

Herwiha Omer got jî:

” civat bi awayekî berfire, rawestiya li ser binpêkirinên komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve Û guhertina dîmuxrafî li herêmên Kurdî (Efrîn,Girê Sipî û Serê Kaniyê)

û hevrêziyê hemû ev karên xerab bi tindî şermezarkirin.

Û tekez kir li ser giringiya hemû van binpêkirinên komên Çekdar diyar bikin û belege bikin û daxwaz bikin ji civaka navdewletî li hemberî van karên xerab bisekinin û hemû penaber û koçber vegerin malên xwe û parastina milkên wan bibe.

Û ji aliyekî dî jî daxwaz kir ji Itîlafa opozisyonê ku barê  berpirsiyariya van karên xerab rake ji ber ku ebinpêkirinên terorîsk di derheqê gelê kurd yên resen û sivîl tên kirin li herêmên Kurdistana Sûriya ji aliyê komên Çekdar yên ku piştevaniya wan dikin “.

Herwiha hevrêzî rawestiya li ser helkeftên heyva avdarê,û giringiya vejandina helkeftên wê ji aliyê ENKSê ve.

Herwiha Omer, anî ziman û got:

Hevrêziyê rewşa rêxistinî li di nava  welat û li derve gengeşekirin û bi awayekî erênî hat nirxandin , Û hevrêziyê hin biryayar û pêşînyar jî sitandin, di derbarê rewşa rêxistinî de,ji bo pêşketina kar”.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.