المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ AMÛDÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST…

0 71

di roja çarşemê 3.3.2021ê de,encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya asayî li darxist.

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan .

Herwiha Serokê xwecihiyê mamoste Mihemed Omer Şêxmûs bixêrhatina hemû endamên xwecihiyê yên beşdar kir û li ser lîsta kar rawestiyan.

Û mijarê rêxistinî û siyasî gengeşe kirin.

Herwiha Serokê xwecihiyê rawestiya li ser rewşa rêxistinî.

di derbarê rewşa rêxistinî de,rapora hatî ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endam hatin agahdarkirin bi biryarên nû yên hatibûn derandin ji aliyê Emendariya giştî ya ENKSê ve.

Û civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî gengeşekir,di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bicihênana wê di nava cemaweran de.

Û tekez kir li ser Pabendbûn û beşdarbûna civatan.

Herwiha civatê bîranîna salvegera 42 yemîn ya koça dawî ya bavê netewa kurdî  Barzaniyê nemir bi awayekî Zelalmendî nirxand ya ku hatibû vejandina ji aliyê xwecihiyê li hewşa xaniyê serokê xwecihiyê bi awayekî erênî û serkeftî hat nirxandin.

Herwiha civat rawestiya li ser vejandina hemû helkeftên heyva avdarê yên bê wek vejandina Roja Cîhanî ya Jinan di 8ê avdarê de , Û hemû helkeftên dî jî her yek li gorî taybetmendiya wê.

Herwiha hemû mijarên hatin şirovekirin,ji aliyê beşdarbûyan hat gengeşekirin.

Herwiha di dawiya civatê de,spasiya hemû endamên xwecihiyê hat kirin li ser kar û xebatê . .

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.