المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TÊKOŞER Û ENDAMÊ XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ ÎSA HAC TAHA “BAVÊ SIWAR” ÇÛ BER DILOVANIYA XWEDÊ..

0 72

Di şeva roja pêncşemê 4.3.2021ê de,têkoşer û endamê xwecihiya Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve,û endamê desteya rêveber ya partiya Yekîtî dîmiqratî Kurdistanî,”Îsa Hac Taha bavê Siwar” ji ber nexweşiyeke giran li Şamê çû ber dilovaniya XWEDÊ.

Wek tê zanîn têkoşer Îsa Hac Taha ji nişteçiyên Serê Kaniyê ye, û endamê xwecihiya Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve bû, lê dema Serê Kaniyê di 9.10.2019an de,hat êrîşkirin ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve,têkoşer Îsa Hac Taha, ew jî wek xelkên Serê Kaniyê bi malbata xwe re, koçber bû û li bajarokê Amûdê bi cih bû.

Herwiha têkoşer Îsa Hac Taha, pîştî ku li bajarokê Amûdê bi cih bibû,bi vînek xurt endamên xwecihiya bajarê Serê Kaniyê li hev kom kirin û berdewamiya karên xwe yê rêxistinî û siyasî li gorî piroja netewî ya ENKSê kirin.

Herwiha Têkoşer Îsa Hac Taha,gelek caran ji malpera me ya ENKSê re, radighand di derbarê naveroka civatên xwecehiya Serê Kaniyê de,

ya bi ser ENKSê ve.

Û di hemû ragihandinên xwe de digot”Em wek xwecihiya Serê Kaniyê em daxwaz dikin ji xelkên herêmê û civaka navdewletî ku alîkariya xelkên Serê Kaniyê bikin”.

Li gorî zaniyariyan têkoşer Îsa Hac Taha gelek caran di derbarê kar û xebata xwe ya netewî de,gelek caran hatiye binçavkirin ji aliyê rêjîma Sûriya.

Wek tê zanîn têkoşer Îsa Hac Taha berdewam bû li ser serê karê xwe yê rêxistinî û siyasî û kurdayetiyê,Heta rojên dawî ji jiyana xwe.

Li gorî zaniyariyan,û ragihandina hevalên têkoşer Îsa Hac Taha “PYDk” wê di roja şemiyê 6.3.2021ê de,têkoşer li bajarê Amûdê li goristana Şermola wê bê binaxkirin.

Hêja ye gotinê ku,mîna têkoşer Îsa Hac Taha kar û xebata wî bi awayekî lehingan bê nirxandin , Ji ber ku di asta pakrewanan de ne .

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.