المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Mesrûr Barzanî: Piştîgriya civaka cîhanî bo destpê kirina diyalogê girînge..

0 78

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Brîtanyayê yê li Îraqê Jonathan wikles û şandeke pê re kir.

Di civînê de giftûgo derbarê çawetiya bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê de hate kirin û balyozê Brîtanyayê Jonathan Wikles tekez li ser vê yekê kir ku ewlatê vî piştgîriya mafên destûrî yên Kurdistanê dike û bo ku Kurdistan bikarêbe ew qonaxa han ya dijwar derbas bike vê hevkariya Kurdistanê bikin daku Kurdistan jî bilez pêşkeftinên abûrî, darayî û awedankirinê bi xwe ve bibîne.

Jonathan Wikles hewriha derbarê rewşa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî piştgîriya welatê xwe bo danûstandineke aştiyane û li ser esasê destûrê bo çareseriya tevahiya kêşeyên heyî yên di navbera her du aliyan de diyar kir.

Herwiha Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê bo balyozê nû  yê Brîtanyayê xwest û tekez li ser domandin û bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê de kir.

Derbarê rewşa dawî ya deverê, Mesrûr Barzanî pabendiya Herêma Kurdistan bi beşdariyê di hevpeymana dijî terorê de da xuyakirin û hêvî xwest ku bi riya çareseriya bingehîn ji kêşeyan re rê li ber serhildana tundiyê li deverê bê girtin û tundî bê jinavbirin.

Mesrûr Barzanî derbarê danûstandinên navbera Bexda û Hewlêrê de jî got: Piştgîriya civaka cîhanî bo destpê kirina diyalogeke aştiyane ya raste rast di navbera Hewlêr û Bexdayê de bo çareser kirina kêşeyan gelek girînge û hêviya vê yekê jî xwest ku bilez Bexda bi rêz girtin ji destûr bersifa erênî bide hewlên Kurdistanê yên bo destpê kirina diyalogê

Leave A Reply

Your email address will not be published.