المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Mesrûr Barzanî: Kurdistan li pêşiya pinpêkirinên destûrî bêdeng namîn e.

0 58

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Newzealandê yê li Bexdayê Bradley Sadun kir.

Di civînê de rewşa dawî ya deverê, têkiliyên navbera Kurdistan û Îraqê, berdewamiya hemahengiya zêdetir di çarçoveya hewlên navnetewî yên li dijî terorê hatin nirxandin.

Balyozê Newzealandê Bradley Sadun hevdem li gel pesindana rola Kurdistan û hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstan de, amade bûna welatê xwe jî ya ji bo berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Newzealandê diyar kir û hêviya vê yekê jî xwest ku bilez kêşeyên navbera Hewlêrê û Bexdayê bi dawî werin daku derfet bo aştî aramî û vejandina abûrî were afirandin.

Di berdewamiya civînê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez li ser berdewamiya Kurdistanê di şerê dijî terorê de di çarçoveya hevpeymaniya navnetewî de kir û got: Kurdistan rixmê tevahiya kêşe û astengiyan di rêza pêş ya şerê dijî terorîstan de dimîne.

Derbarê kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Mesrûr Barzanî got: Kurdistan dixwaze li gorî destûrê kêşeyên heyî werin çareserkirin lêbelê eger binpê kirina destûra bingehîn ya Îraqê berdewam be vê demê Kurdistan nikare bêdeng bimîne û gelek bijardeyên din yên destûrî li berdem Kurdistanê dene bo ku berevanî ji mafên xwe bike.

Leave A Reply

Your email address will not be published.