Home / Nûçe / 39 sal li ser koça dawî ya Berzaniyê nemir..

39 sal li ser koça dawî ya Berzaniyê nemir..

39 sal ser koça dawî ya bavê rewanî yê gelê kurd Barzaniyê nemir .
Mistefa Barzanî sembola azadî û berxwedan, merdayetî û kolnedan, azayî û camêrî, dadperwerî û wekheviyê girîngiya xwe mabe, navê Barzanî wenda nabe.

Li gorî dîroknasên Kurd û jêderên dîrokî yên navxwe û yên biyanî, Mistefa Barzanî yekem serkirde û pêşengê Kurd bû, ku xebata Kurdî ji bazinê navçeyîbûnê kir xebateke niştimanî û ji daxwaza mafên destpêkî û mafên mirovî û kultûrî, astê daxwazên Kurdan bilind kir ji bo daxwazên siyasî û tevgera azadîxwaza Kurdî ji nebûna bernameyekî siyasî rizgar kir û bi damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê di 16 Tebaxa 1946an de, daxwazên netewî yên Kurdî di çarçoveya bernameyê hizbeke siyasî de birêxistin da.

Mistefa Barzanî rêberê tevgera azadîxwaza gelê Kurdistan

Beşek ji qonaxên jiyana Mistefa Barzanî: 

* Mistefa Barzanî kurê Şêx Mihemed Barzanî ye û li gundê Barzan di 14ê Adara 1903an de jidayik bû.

* Piştî şikestina Şorşa Barzan, Şêx Ebdilselam Birayê wî yê mezin hat girtin û Mistefa Barzanî di temenê 3 saliya xwe de li gel dayika wî ji aliyê Osmaniyan ve, li Mûsilê hatin zindanîkirin.

* Dema şeş salan li cem çend mamosteyan li gundê Barzan, mijûlî xwendinê bû û piştre berê xwe da xwendina fiqhê Islamî û ji bo dema çar salan zanistên olî xwend û di dema dûrxistina malbata wî de ji bo bajarê Silêmaniyê bizava temamkirina xwendina xwe kir.

Qonaxên têkoşîn û xebata Barzanî:

* Mistefa Barzanî di sala 1919an de, li Silêmaniyê beşdarî di tevgera Şêx Mehmûdê Hefîd de kir û serperiştiya hêzeke çekdarî kir ku ji 300 çekdarî pêk dihat.

* Di sala 1920an de, Birayê wî yê mezin Şêx Ehmedê Barzanî, ew weke nûner şand Bakurê Kurdistanê, daku serdana Şêx Se’îdê Pîran bike û hevrêziyê li gel şoreşa wî bike.

* Di nav salên 1931 – 1932 serperiştiya hêzeke Barzaniyan kir ji bo berevaniyê li mihwerê Mêrgesor – Şêrwan bike li pêşya hêzên Ingilîz û ji ber zanebûn û jêhatîbûna wî, karîbû di wî erkî de biserkeve û wî mihwerî biparêze.

* Di sala 1934an de, li gel Şêx Ehmedê Barzanî û hin kesatiyan, berê xwe dan Tirkiyê daku mafê penaberiyê werbigirin û piştre ji bo destpêkirina gotûbêjan vegeriyan Iraqê û ji aliyê Ingilîz û desthilata wê demê ya Iraqê ji bo başûrê Iraq hatin dûrxistin. Paşê vegeriyan Silêmaniyê û 10 salan li wî bajarî man.

* Di 12ê Tîrmeha 1943an de, bi hevkariya rêxistina Hîwa karî ji Silêmaniyê derkeve û derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû.

* Di heman sale de, ji Îranê vegeriya navçeya Barzan û hejmarek xort li dora wî kom bûn û di heyama du mehan de 2000 çekdarên xwebexş amadebûna xwe ji bo bicîkirina fermanên wî dan xuyakirin û karîn dest li ser piraniya bingehên polîs li wê navçeyê deynin.

* Di payiza 1943an de, Şandeke Hikûmeta Bexdayê serdana devera Barzan kir daku li gel Barzanî gotûbêjan bike û şer rawestînin, Mistefa Barzanîş merc danî, ku divê tevahiya kesên hatine dûrxistin û Şêx Ehmedê Barzanî jî vegerin, di encamê de, Hikûmeta Nûrî Se’îd hemû mercên Mistefa Barzanî bicî kir.

* Di salên 1943 – 1945 Şoreşa Barzanî li dijî Hikûmeta Iraqê destpê kir û wê carê meydana şoreşê li Kurdistanê firehtir bû.

* Di 11ê Gulana 1945an de, Barzanî û Pêşmergeyên li gel wî berê xwe dan Rojhilatê Kurdistanê.

* Di 22ê Çileya 1946an de, Barzanî beşdarî di merasîma ragihandina Komara Kurdistanê de kir û ji aliyê Serokê Komara Kurdistanê Qadî Mihemed ve, Barzanî bû fermandeyê artêşa Komara Kurdistan û pileya ceneral pê hat dayin.

* Di 16ê Tebaxa 1946an de, Barzanî Partiya Demokrat a Kurdistana Iraq damezirand û wek serokê wê partiyê hat hilbijartin û di tevahiya kongirên wê partiyê de, ku hin caran têde amade nebû jî, wek serokê Partî hat hilbijartin.

* Piştî ketina Komara Kurdistanê di 1947an de, Barzanî amade nebû xwe radestî desthilata şahinşahê Îranê bike û peya li gel 500 Pêşmergeyan berê xwe dan Yekîtiya Sovyetê û di riya xwe de, rastî artêşên Iraq, Îran û Tirkiyê hatin.

*Roja 17ê Hizêrana 1947an, Barzanî û hevalên xwe çemê Aras birrîn û derbasî Yekîtiya Sovyetê bûn.

* Li Yekîtiya Sovyetê jî, Ku Stalîn serokatiya wê dikir, serderiyeke tund li gel Barzanî û hevalên wî dihat kirin û heya mirina Stalîn di sala 1953an de, hinekî rewşa jiyana wan baş bû.

Li Sovyetê, tevî ku temenê wî 45 sal derbaskiribû, Barzanî li akadîmiya zimanan li Mosko dest bi xwendina abûrî, cugrafya, zansit û zimanê Rûsî kir.

* Piştî şoreşa 14 Tîrmeha 1958an, Barzanî û hevalên wî vegeriyan Iraq û ji Besra ve heya Hewlêr cemaweran pêşwaziya wan kirin.

* Serokê Iraqê Ebdilkerîm Qasim, di 7ê Cotmeha 1958an de, pêşwazî li Barzanî û hevalên wî kir.

* Ji 11ê Êlûna 1961ê heya 1975an, Barzanî rêberiya mezintirîn şoreşa çekdarî li dijî desthilatdarên Bexdayê kir û şoreş 15 salan dirêj kir û têde çendîn destkeftên netewî û niştimanî ji bo xelkê Kurdistan bidest xist.

* Di 11ê Adara 1970ê de, Barzanî û Hikûmeta Iraqê li ser pirojeya otonomiyê ji bo Kurdistanê lihev kirin û ew yekem car bû di dîroka Kurdistanê de, ku şorşeke Kurdî bi 9 salan ji xebatê bikaribe wan destkeftan ji bo Kurdan bidest bîne.

* Di 6ê Adara 1975an de, bi sedema rêketina Sedam Hisên û Mihemmed Reza şahê Îranê li Cezayir, şoreşa Êlûnê rastî şikestinê hat û ji ber wê yekê Barzanî û bi hezaran pêşmergên şoreşê, riya penaberiyê hilbijartin.

* Piştî şikestina 1975an, careke din jî Barzanî çavdêrî û serperiştiya danîna kevirê bengehîn yê şoreşê dikir.

Di 1ê Adara 1979an, Mistefa Barzanî li Amerîka bi sedema nexweşiyê koça dawî kir û di 5/3/1979an de, li ser wesiyeta wî li bajarê (Şino) yê Rojhilatê Kurdistanê, li ser sînorên Başûr û Bakurê Kurdistanê bi axa pîroza Kurdistanê hat sipartin.

*Piştî Raperîna Adara 1991ê, Termên Mistefa Barzanî û kurê wî Idrîs Barzanî, ji Şino hatin veguhestin ji bo Herêma Kurdistanê û li cihê ji dayikbûna wan li navçeya Barzan bi axê ve hatin sipartin.

* Bi dirêjiya jiyana xwe, Mistefa Barzanî 2 caran bi mucîze ji bizavên terorkirinê rizgar bû, yek ji wan di 29ê Êlûna 1971ê bû û ya din jî di 16ê Tîrmeha 1972an bû, lê di herdu caran de jî, ji bo berjewendiya xelkê Kurdistanê û parastina aştî û aramiya Kurdistanê û derneketina şer, rêketina Adarê ya sala 1970ê li gel Bexdayê nehat hilweşandin.

K24

About admin

Check Also

AMÛDÊ : MIHEMED ISMA’ÎL SEMÎNAREKE SIYASÎ BI RÊ VE BIR BI BONEYA DAMEZRANDINA 9EMÎN YA ENKS ê ..

Bi vexwendina Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve,bi boneya 9emîn li …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *