المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Mesrûr Barzanî bi balyozê Çînê li Iraqê re civiya

0 71

Şêwirmendê civata ewlekariya Herêma Kurdistanê bi balyozê Çînî li Bexdayê Çîn Wîtçîng û şanda li gel wî re civiya.

Îro şêwirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Çînî li Bexdayê Çîn Wîtçîng û şanda li gel wî kir.

Di wê civînê de, behsa rewşa navçeyê û pêwendiyên di navbera Çînê û Herêma Kurdistan de û tedbîrên pêşxistina wan pêwendiyan kirin.

Balyozê Çînî pesnê rola Herêma Kurdistanê da, di warê şerê li dijî terorê de û got: “Herêma Kurdistanê di warê peydakirina aramî û ewlekariyê de serketî bû û ev yek rê vedike ku Herêma Kurdistanê di hemû warên din de jî pêşketinên bêtir bidest xwe ve bîne”.

Herwiha balyozê Çînê diyar kir, ku welatê wî dixwaze di warê abûrî û kultûrî de, pêwendiyên firehtir li gel Herêma Kurdistan bike.

Ji aliyê xwe ve, Mesrûr Barzanî xwesteka Herêma Kurdistanê jî ji bo firehkirina pêwendiyan li gel welatê Çînê da xuyakirin û got: “Pêgeheke bihêz ya Komara Millî Çînî li ser astê navdewletî heye û em dixwazin wê pêgeha xwe ji bo çarekirina kêşeyên deverê û bihêzkirina aramiyê li navçeyê bikar bîne”.

Leave A Reply

Your email address will not be published.