المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Trump, Rix Tillerson ji karê wî dûr xist..

0 82

Serokê Emerîka Donalid Trump wezîrê derve yê Emerîkayê Rix Tillerson ji karê wî dûrxist û serokê CIA Mike pompeo li cihê wî danî.

Îro sêşemê 13/3/2018an serokê Emerîka Trump di daxuyaniyekê de belav kir li ser rûpela xwe ya di Tiwîterê de têde ragihand : ku wî wezîrê derve yê Emerîkayê Tillerson ji karê wî dûrxist û serokê CIA Mike Pompeo li şûna wî danî.

Herwiha Trump sipasiya Tillerson kir derbarê kar û xebata wî di wezareta derve ya Emerîkayê û serkeftin ji wezîrê nû re xwest.

Tê zanîn ku Rix Tillerson di destpêka kabîneya Trump de wî Posta wezîrê derve yê Emerîkayê wergirti bû.

Amadekirin: Ferhad Şêxo

Ragihandin ENKSê

Leave A Reply

Your email address will not be published.