المجلس الوطني الكوردي في سوريا

MAMOSTE BIŞAR SÎNO KOÇA DAWÎ KIR.

0 89

Îro sibeha di roja sêşemê 17.11.2020an de,siyasetmedar û welatparêz û palpiştiyê piroja neteweyî ya Kurdî mamoste Bişar Sîno li Kurdistana Sûriya li bajarê Dirbêsiyê,koça dawî kir.

Kurtejiyana Têkoşer mamoste Bişar Sîno:

– Sala 1938an jidayikbûye li gundê Gir kundê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve,li Kurdistana Sûriya.
Wek tê zanîn mamoste Bişar Sîno ji malbatek welatparêz û neteweyî ne û navdar in bi şopdariya rêbaza Barzaniyê nemir yê xwediyê piroja neteweyî.

– Sala 1958 tevlî refê partiya dîmiqratî Kurdî bû .

Herwiha bû endamê encûmena herêmê ya partî û bi rengekî endambûnê, beşdarî kongirê yekîtiya tevgera kurdî li Sûriya bû,ya ku sala 1970ê li herêma Kurdistana başûr di binçavdêriya serokê nemir Mela Mistefa Barzanî hat li darxistin.

Herwiha têkoşer Bişar Sîno, pêrgî pir estengiyan bû ji aliyê rêjîma Sûriya bi sedema rola wî ya neteweyî û partîtî.

Û hat dûrxistin ji karê berwerdeyê ji aliyê rêjîma Sûriya.

Û rahmetî Bawernameya  zanîngeha Şamê beşê(R.F.k) bû di salên 60  de.

Herwiha mamoste Bişar Sîno ta rojên dawî ji jiyana xwe berevanî di ber mafê gelê kurd û rêbaza xwe de kir.

Wek tê zanîn mamoste Bişar Sîno birayê mamoste yê mezin sekretêrê partî yê berê Hemîd Sîno yê navdar bi berevaniya di ber mafê gelê kurd de.

Û bi dehan ji malbata wî Ciwanên wan tevlî refê Pêşmergeyên Roj bûne.

Û hin Şehîd jî ketine wek pakrewan Sîpan Sîno.

Herwiha têkoşer di êvara sêşemê 17.11.2020an de,li goristana gundê Gir kundê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve, li Kurdistana Sûriya hat binaxkirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.