المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIAXIVIN LÊ NIZAN IN ÇI DIBÊJIN…!!

0 129

Wek tê zanîn,bûye demek ji diyaloka kurdî-kurdî  ango danûsitandinên Kurdî berdewame ji bo yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Kurdistana Sûriya û gavnên pir mezin hatine avêtin û hin xalên cûdabûnê mane hîn baş li ser nehatine gengeşekirin.

Lê ji destpêka danûsitendinên Kurdî, yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de,hin kes û hin alî jî di riya piropagendên xerab û nûçeyên ne rast, hawildanan didin ku ev danûsitendin bi sernekevin.
Bi taybet di vê dema dawî de,li ser rûpelên ragihandina civakî û malperên taybet bi navnên ne diyar,

dihat ragihandin nûçeyên xerab û ne rast di derheqê cenabê serok Mesûd Barzanî û ENKSê de,heta ku tarîbûnê têxin li ser rasteqîna van danûsitendinên Kurdî yên tên kirin .

Ji aliyekî dî jî ez dixwazim bi zelalî bînim ziman,hîn baş û bi awayekî berfire li ser mijara perwerdeyê ango xwendinê nehatiye gengeşekirin.

Lê mixabin dema ku hin saziyên rêveberiya xweser ya bi ser PYDê ve,bi taybet saziya perwerdê radighînin bi şermezarkirin biryara ENKSê di derbarê perwerdê de,û di bêjin ENKSê dijî zimanê Kurdî ye.

Gelo kengî ENKSê ev biryara derxistiye û rasteqîna vê mijarê ta kîjan radê ye?

Lê rasteqîna vê mijarê li ber çava ye,zarokên ENKSê,xwarziyanên ENKSê,biraziyanên ENKSê,birayên ENKSê û ap û amojinên ENKSê û xal û xalojinên ENKSê û xaltik û metkên ENKSê di van dibistanên rêveberiya xweser de perwerde dibin û perwerdê didin.
Lê ez dixwazim bêjim ji van kesên nexweş û kesayetên lawaz re,ev ENKSê ye ku hûn bê rêzdarî li ser wê diaxivin û bê bextiya lê dikin û hûn bi hestên xelkên dilîzin,bi dehên salan endamên wê ji bo zimanê dayika xwe hatine binçavkirin û zindankirin û kuştin ji aliyê rêjîma Sûriya û hemû aliyên dijî neteweya kurdî.
Û yek ji van kesa ez im yê ku hatibûm girtin û binçavkirin ji aliyê rêjîma Sûriya û rizqê zarokên min jî ta niha hatiye qutkirin ji aliyê rêveberiya xweser ya bi ser PYDê ve.

Û bi dehên mamosteyê herî serkeftî di zimanê Kurdî de li ser destê min hatine perwerde kirin.

Lê daxwaza gelê kurdê Sûriya di derbarê mijara perwerdê de,divê perwerde(xwendin) girêdayî be bi zanistê û bi pênasiya cîhanê û dûrî îdolojiya(Rêbaz) be.

ENKSê Ticarî naraweste ji ber van piropagindên xerab û nûçeyên ne rast.

Ji ber ku ENKSê xwediyê piroja neteweyî ye,û qurbanî pir daniye û wê berdewam be li ser kar û xebata piroja netewa Kurdî ji bo parastina mafê gelê kurd di Sûriya siberoj de.
Lê bila em ji aliyekî din jî,van piropagindên xerab û nûçeyên ne rast şirove bikin ,

Bêtir ev piropagindan bi awayekî ne sererast û ne diyar, dijî pêşxiriya Kak Mezlûm Ebdê ye, fermandarê hêza HSDê.

Ji ber vê yekê diaxivin lê nizan in çi dibêjin! xwediyên van piropagindên xerab û nûçeyên ne rast.

Lê em dikarin bêjin,di derbarê danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê,em bi vînek xurt dibêjin wê ev danûsitendin herin serî bi awayekî serkeftî ji bo gelê kurdê Kurdistana Sûriya were parastin ji hemû aliyan û bibe xwediyê biryara çarenûsa xwe û bi awayekî sererast û diyar li ber çavan xwe birêve bibe.

Di dawî de,ez dixwazim bêjim,doz ne doza ti kes û ti aliya ye,doz doza gel bi xwe ye,

heke em bi giştî bi yekrêz û yekhelwestê bi rengekî berpirsiyarî vê qonaxa hestiyar ya ku gelê me yî Kurd di Kurdistana Sûriya de,derbas dibe, em bi erkên xwe ranebin wek qonax dixwaze wê serê me hemiya were jêkirin di dîrokê de.Ji ber ku Şûrê dîrokê her tûj e, jêdike û dûre dipirse.

 

Ragihandina ENKSê
Nivîskar:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.