المجلس الوطني الكوردي في سوريا

M.Mihemed Isma’îl Semînarek li ofîsa çand û Ragihandinê ya PDK-sê li Qamişlo pêşkêşkir ..

0 68

Diho roja înê” 29/1/2021ê” demjimêr “3” piştî nîvro ofîsa çand û ragihandinê ya PDK_S ê,li ofîsa  rojhilatî Qamişlo, semînarek siyasî û cemawerî li darxist û ev yek bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û encûmenên xwecihî yên bi ser ENKS ê ve,û kesayetên serbixwe û rêxistinên sivîl.

Û di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û herwiha semînar hat pêşkêş kirin ji aliyê M,”Mihemed Ismaîl ” endamê desteya serokatiya ENKS ê,û serokê Şanda ENKSê ji bo danûstandinan de .

Û herwiha di semînarê M,”Mihemed Ismaîl ” bi awayekî giştî xalên girin li ser rewşa siyasî li Sûriyê û bi taybetî rewşa kurdan li Kurdistana Sûriyê anî ziman.

Û herwiha berdewam kir û berfirehî ser  lihevkirina di navbera aliyên kurdî de kir.

Û herwiha ji aliyekî dî ve di semînarê de li ser giringiya damezirandina Eniya Aştî û Azadî axifî .

Û di dawiya semînarê de beşdaran pirsên xwe dan xuyakirin û ji aliyê M,”Mihemed Ismaîl”, ve bersivên wan hat kirin.

 

Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.