المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA PAKREWAN CIWAN ELQUTNA CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST Û SEROKEKÎ NÛ HELBIJART…

0 62

di roja şemiyê 30.1.2021ê de,encûmena xwecihî ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya asayî li darxist.

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan .

Herwiha Serokê xwecihiyê mamoste Idrîs Şêx Xelef rawestiya li ser rewşa rêxistinî.

di derbarê rewşa rêxistinî de  , rapora hatî ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endam hatin agahdarkirin bi biryarên nû yên hatibûn derandin ji aliyê Emendariya giştî ya ENKSê.

Û civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî gengeşekir,di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bicihênana wê di nava cemawer de.

Û tekez kir li ser Pabendbûn û beşdarbûna civatan, Bi taybet beşdarbûn ji bo bûyer û boneyan .
Herwiha hat gengeşekirin ji bo amedekirina helkeftên heyva avdarê.

Herwiha Serokê xwecihiyê rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî û bi taybet li ser rewşa kurdî -kurdî di derbarê têgihiştinên herî dawî ji danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de.

Herwiha civat rawestiya li ser binçavkirina mamosteyên bajarê Dirbêsiyê ji aliyê ewlehiyê bi ser PYDê ve

.Û di derbarê wê de,Civatê binçavkirina mamosteyan şermezar kirin.

Û civatê diyarkir ku ev karên ne rewa , dibin estengî ji bo yekhelwesta Kurdî li Sûriya.

Herwiha xwecihî rawestiya li ser rola ragihandinê û rasteqîna wê di derbarê mijaran de,wek di dema dawî de,hin rûpelên fêyêsbûkê mijarên ragihandibûn li ser kar û xebata xwecihiyê ya ku ti rasteqîna wan mijaran tine ye û di derbarê wê de,xwecihiyê bersivdana wan rûpelan da bi awayekî ragihandin li ser malpera ENKSê ya fermî.

Herwiha civat rawestiya li ser karê civata komîta destûrî gera 5emîn,û di derbarê wê de,gotina nûnerê Kurdan yê di komîta Destûrî de, ya mamoste Kamîran Haco, hat nirxandin.

Herwiha hat gengeşekirin li ser Eniya Aştî û Azadî û hewildan li ser firebûna wê.

Herwiha civat rawestiya li ser ENKSê û Opozisyonê jî.

Herwiha Xwecihî rawestiya li ser liv û tevgera hêzên beşdar li ser xaka Kurdistana Sûriya û bi awayekî berfire rawestiya li ser rewşa herêmên Kurdî û bi taybet rewşa În Îsa,gefên Tirkiya li ser herêmên Kurdistana Sûriya.

Herwiha hemû mijarên hatin şirovekirin,ji aliyê beşdarbûyan hat gengeşekirin.

Herwiha di dawiya civatê de,bi M. Eşref Elmella bi awayekî lihevkirin hat hilbijartin ji bo serokê xwecihiyê û du cîger jî hatin hilbijartin M. Ela Şêxmûs û M. Idrîs Şêx Xelef .

Herwiha komîta ofîsa şopandinê jî hat hilbijartin.
-M.Elî Fetah
M.Nîzamedîn Elîko
M.Mîrza Sîno
M.Ferhad Temê
M.Mihemed Nasir
M.Reşîd Elawî

Herwiha hemû endamên hatin hilbijartin hatin pîrozbahîkirin bi awayekî serkeftin, ji aliyê beşdarbûna


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.