المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TIL TEMIR : XWECIHIYA BAJAROKÊ TIL TEMIR CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST.

0 61

Di roja Pêncşemê 28.1.2021ê de, encûmena xwecihî ya bajarokê Til Temir ya bi ser ENKSê ve, bi beşdarbûna hemû endaman civîna xwe ya asayî li ofîsa Xwecihiyê li bajarokê Til Temir lidarxist,û li ser lîsta kar sekinîn bi rêkûpêk.

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan .

Di derbarê naveroka civatê de,mamoste Qasim Xelîl serokê xwecihiya bajarokê Til Temir ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

” Civata xwecihiyê ya asayî bû û civata me li ofîsa xwecihiyê lidarket, Herwiha di derbarê rewşa rêxistinî,

rapora hatî ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endam hatin agahdar bi biryarên nû yên hatibûn derandin ji aliyê Emîndariya giştî ya ENKSê.

Û civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî gengeşekir,di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bi cihînana wê di nav cemaweran de,û amedekirin ji bo helkeftên heyva avdarê li gorî biryarên emîndariya giştî ya ENKSê”.

Herwiha Serokê xwecihiyê got :

” Xwecihî li ser rewşa siyasî axivî,bûyerên herî dawî yên nû li ser qada navdewletî û herêmî û li ser rêveberiya Emrîka ya nû bi serokatiya Co Bayidin û bandoriya wê li ser rewşa siyasî bigiştî , wê siberojê çawa be.
Herwiha civat rawestiya li ser karê komîta destûrî ya gera 5an,û tevlêbûna nûnerê ENKSê”.

Herwiha Xelîl got:

” Civat rawestiya li ser rewşa herêmên Kurdistana Sûriye(Efrîn,Girê Sipî û Serê kaniyê….)  Yên dagirkirî û karên xerab yên ku rojane, di derheqê gelê wê yê resen dibe ji aliyê komên çekdar yên bi ser Tirkiya ve,û di derbarê wê de,Civatê daxwaz kir ji civaka navdewletî ku van binpêkirinan bi dawî bikin.

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa aborî û estengiyên jiyanê di vê dema dawî de ya ku nirxên dolar li beramberî lêreya Sûriya bilind bûye û nirxên pêdiviyên pêwistiya jiyanê pir bihabûne”.

Herwiha Xelîl got jî:

“Civatê bi awayekî berfire gengeşekirin li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de û rasteqîna ENKSê ji van danûsitendinan diyar kir ya ku armanc jê yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Kurdistana Sûriya ji bo parastina mafê gelê kurd.

Û civatê tekez kir li ser giringî û berdewamiya wan danûsitendinan .

Herwiha civatê li ser ragihandinên bê berpirsiyarî ji aliyê hin serkirdên PYDê ve,û bi taybet ragihandina herî dawî ji aliyê serokê şanda PYNKê gotinên xerab di derheqê Pêşmergan de digot,û civatê bi tindî şermezar kirin, û tekez kirin ku ne ji mafê ti kesî û ti aliye, ku  dev avêtinê bavêjin pîrozbahiyên kurdan , Ji ber ku armanc ji van ragihandinan ku danûsitendinan bi binbixin.

Ji ber Pêşmerge berê û anha jî rûmeta kurd û Kurdistanê diparêzin û cihê wan pîroz e di bîranîna hemû Kurdan de.

Ragihandina:ENKSê
Raport:ELÎ Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.