المجلس الوطني الكوردي في سوريا

M.Mihemed Emîn Bavê Mizgîn li Duhokê koça dawî kir ..

0 88

Ji ber kirîzeke giran ku ev çend rojan pê ketibû , mamoste Mihemed Emîn Bavê  Mizgîn endamê komîta navendî û berpirsê rêxistina Domîz ya PDK-sê

Îro Roja duşemê” 28″ êlûna, 2020an, koça Dawî kir li nexweşxanekê li  bajarê Duhokê ..

Û herwiha tê zanîn ku berî çend rojan di” 25″ vê mehê de rastî nexweşiyê bû ,  û herwiha ji bo nexweşxaneya Azadî li bajarê Duhokê hate veguhestin û ji bo giraniya nexweşiyê îro di “28” êlûnê de Jiyana xwe ji dest de û Çû ser Dilovaniya xwedê ..

Û hêjaye were gotin ku Bavê Mizgîn kesayetekî niştîmanperwer bû û di zaroktiya xwe de bi viyan û beweriyeke bihêz bi rêbaza Barzanî tevlî nava refên Tevgera Kurdî bû û di Partî Demoqiratî kurdistanî- sûriya cih girtibû weke Endamê Komîta Navendî , û herwiha di kar û xebata netewayî de berdewam bû.

Sibe Roja Sêşem ê 29 Êlûna 2020an wê Termê wî were veguhestin ji bo Kurdistana Sûriya di riya Dergehê Sêmalka, ji bo li goristana Gundê wî Gundê Qastepanê were bi xak spartin.

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.