المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ : OFÎSA JINÊ YA ENCÛMENA XWECIHÎ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LIDARXIST..

0 80

Diho di roja duşemê 28.9.2020,an de,

Ofîsa jinê ya encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya asayî lidarxist , bi beşdarbûya hemû endaman û seroka ofîsa Jinê ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê mamosta Wezna Osê .

Di derbarê naveroka civatê de,mamosta Wezna Osê seroka ofîsa Jinê ya encûmena xwecehî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ,ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Civata me ya ofîsa Jinê ya asayî bû û bi beşdarbûna serokê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê mamoste Eşref El-mela hat li darxistin”.

Herwiha Osê got jî:

” Civatê rewşa rêxistinî ya ofîsa Jinê gengeşe kir,û hat tekezkirin bi çi awayî ofîsa jinê pêşkeve û karê wê fereh  bibe û çalak bibe di derbarê jinê ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê,

û peywendî bi hemû jinan û hewildana wan li ser karê siyasî bibe,û em dikarin bêjin di vê civatê de du endamên nû tevlî ofîsa jinê bûn û ev jî cihê şanaziyê ye”.

Herwiha serokê ofîsa jinê got:

” Civat li ser rewşa siyasî jî,rawestiya hemû bûyerên herî dawî yên siyasî di derbarê rewşa herêmê de bi awayekî giştî gengeşe kirin.

Her wiha civatê tekez kir li ser têgihiştinên yên di navbera ENKSê û PYNK de,ji bo yekrêzî û yekhelwesta kurdî ya ku xizmeta dosaya gelê kurd li Sûriye bike,û bi awayekî Zelalmendî civatê lêvegera kurdî ya bilind gengeşe kir”.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Feta

Leave A Reply

Your email address will not be published.