المجلس الوطني الكوردي في سوريا

MAMOSTE “SILÊMAN OSO” SEMÎNAREK SIYASÎ LI ISTENBOLÊ PÊŞKÊŞ KIR ..

0 79

Diho  roja yekşemê“27” ê, eylûlê” 2020 ” an, nûnertiya ENKSê li Istenbolê semînarek siyasî li dar xist, bi riya M, “Silêman Oso “, endamê desteya seroketiya ENKSê .

Di derbarê vê yekê de,mamoste Osman Egîd endamê hevrêziya giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye, ji Istenbolê li ser riya telefonê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Îro li nûnertiya ENKSê li Istenbolê mamoste Silêman Oso endamê desteya serokatiya ENKSê semînarek siyasî, piştî vegerandina wî û Aniya Aştî û Azadiyê ji Mosko û  hevdîtin bi wezîrê derve yê Rûsiya Sîrgî Lavrof kirin “.

Herwiha Egîd got:

“Ev semînar bi beşdarbûna nûnerên partiyên ENKSê û bi beşdarbûna kesayetên welatparêz û rewşenbîr,herwiha semînar li ser mijarên giring hat sekinandin ,

Wek hemû pêşketinên herî dawî yên siyasî li ser qada Sûriyê û bi taybet li ser qada herêmên Kurdî hat rawestandin.

Herwiha semînar pêvajoya danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê bi awayekî Zelalmendî li ser rawestiya û hat gengeşekirin”.

Herwiha Egîd got jî :

“semînar rawestiya li ser hevdîtina şanda Eniya Aştî û Azadiyê  bi wezareta derve ya Rûsiya, ya ku ew hevdîtin bi awayekî fermî Eniya Aştî û Azadî hatibû vexwendin ji aliyê wezareta derve ya Rûsiya”.

Wêne ji Semînarê

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.