المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI ZIRGAN ÊLÊKTIRÎK LI SER BAJAROKÊ “EBÛ RASÊN” Û GUNDEWARÊ WÊ HATIYE BIRÎN BI SEDEMA TOPBARANKIRINÊ JI ALIYÊ TIRKIYA Û KOMÊN ÇEKDAR YÊN BI SER WÊ VE …

0 83

Li gorî zaniyariyan û çavkaniyên xwecihî di roja pêncşemê 31.12.2020an de,demjimêr 7ê êvarî şeva sersalê gundewarê bajarokê Ebû Rasên hatibû topbarankirin bi çekên giran, ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve.

 

Herwiha li gorî agahiyan gundê nêzîk yê dikevin bakurê Til Temir û başûrî bajarokê Ebû Rasên hatin topbaran ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve.

Herwiha di encama wê topbarankirinê de,nişteçiyên van gundê ji xaniyên xwe derketin û hin top jî li beştên êlêtrîkê ketin û êlêtrîkê li ser gelek gundan û bajarê Ebû Rasên hate birîn.

(Bajarê Ebû Rasên

,Dirdara,ImHermela,Bisîs,Mi’amira,Medmûra,Dada Ebdal,Rebî’ata,Til Werd,Zêdiyê,Sindoqliyê,Xirbe Dexîl,Fethela,Mensef,Lizga,Xan,Inabiya,Mirad,Asî,Boxazê,Xirbe Şi’îr,Babilxêr û Xiwêtla) …..wih

Herwiha nişteçiyên Zirganê gazinan dikin ji civaka navdewletî û bi taybet her du welatên xwedî hêz( Emrîkan û Rûsiya) dibêjin,Heta kengî wê herêmên me were topbarankirin ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve.

Wek tê zanîn heta nivîsandina vê raportê hîn êlêktirîk ne hatiye sexbîrkirin û çakirin .

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.