المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI KORBENDA ÇAKSAZÎ Û GUHERTIN, XELEKEK GENGEŞEYÊ LI BAJARÊ QAMIŞLO HAT LI DARXISTIN.

0 79

Korbenda Çaksazî û guhertin di xelekek nû de,Xelekek bi navnîşaniya

(Peywendiyên gelêrî li Qamişlo)

di roja duşemê 4.1. 2021an de,li navenda korbenda Çaksazî û guhertin,li Kurdistana Sûriya,li bajarê Qamişlo hat lidarxistin,

bi rêveberiya M.Kazim Xelîfê û M.Feyrûşa Ebd-elrehman,endamên korbenda Çaksazî û guhertin.

Di derbarê vê yekê de,mamoste Kazim Xelîfê endamê rêveberiya korbenda Çaksazî û guhertin ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman :

” Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên kurd ûKurdistanê rawestiyan .
Piştre rêveberiya korbendê bixêr hatina mêvanên xweyî beşdar kirin.

Û piştre li ser mijarê baş hat gengeşe kirin .

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî ji hemû pêkhateyên herêma Kurdistana Sûriya.

Herwiha mijar hat gengeşe kirin ya ku hatibû pêşkêş kirin ji hêla mamoste Beşîr Sedî,û têde diyar kir û tekez kir ku pêwendiyên civakî yên vê herêmê ji serdemên bûrî û heta îro kelepûra çandiya pêkhatiyên herêmê ye,ya ku hemû pêkhat li hember hemû rêjîman disekinîn di derbarê kartêkirina fêlbaziyê(gelacî) de ”.

Herwiha Xelîfê got:

” Piştre deriyê gengeşeyê vebû ji aliyê hemû beşdarbûna ji pêkhatiyên herêmê(Kurd,Aşûr,Ereb û Siryan) û nerînên hevbeş yê lihevkirinê hatin kom kirin ji bo xurtkirina aştiya gelêrî û parastina wê, Û ev hemû jî, di derbarê çanda pejirandina aliyê din de ye”.

Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.