المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇILAXA-ALIYA : ENCÛMENA XWECIHÎ YA PAKREWAN NISREDÎN BERHIK CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XIST.

0 81

di roja pêncşemê 31.12.2020an de,encûmena xwecihî ya Çilaxa ya pakrewan Nisredîn Berhik ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî do roja dawî ya sala 2020an  li ofîsa xwecihiyê li bajarokê Çilaxa li dar xist.

Di destpêkê de, xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

Piştre li ser lîsta kar gengeşe kirin.
Her wiha rewşa rêxistinî hat gengeşe kirin,

di derbarê rewşa rêxistinî,rapora hatî ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endam hatin agahdar bi biryarên nû yên hatibûn derandin ji aliyê Emîndariya giştî ya ENKSê.

Û civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî gengeşekir,di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bicihênana wê di nava cemaweran de”.
di derbarê rewşa rêxistinî,raporên şaxan hatin xwendin û li gorî raporê wan hat vegerandin û tekez bû li ser rola encûmenên gundan û bi çi awayî karê wê pêş bikev û Pabendbûna civatên mehan e.
Her wiha xwecihî rewşa abûrî bi hemû rewşên giştî gengeşe kirin wek rewşa civakî û tenduristî li Çilaxa û gundewarê wê.
Herwiha di derbarê vê yekê de jî,civatê bi awayekî kêfxweşî semînara hatibû bi rêvebirîn ji aliyê mamoste Mihemed Isma’îl endamê destaya serokatiya ENKSê nirxand.

Her wiha civatê rewşa siyasî gengeşe kirin bi taybet li ser encamên têgihiştinên danûsitendinên di navbera ENKSê û PYNKê yên tên kirin û tekez kirin li ser pêwîstiya zûbûna serkeftina van danûsitendinan.

Herwiha Xwecihî rawestiya li ser rewşa ENKSê di hindirê opozisyonê(Itîlaf) de,û rewşa Sûriya bi giştî.

Herwiha civat rawestiya li ser serdanan û hevdîtinên şanda Eniya Aştî û Azadî ji bo welatên xwedî bandor li ser rewşa Sûriya.

Herwiha civatê di dawî de,spasiya hemû endamên şaxan û encûmenên gundan kirin yên bi ser encûmena xwecihiya pakrewan Nisredîn Berhik ve, li ser piştgirtiya wan ji bo serkeftina encûmena xwecihiya pakrewan Nisredîn Berhik.

Wek tê zanîn encûmena xwecihî ya pakrewan Nisredîn Berhik,çar şax bi ser wê ve ne(şaxê Çilaxa,şaxê Kêşikê,şaxê Aleqos û şaxê Dêrna Axê) û her şaxek hejmarek ji encûmenên gundan bi ser wan ve ne.

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.