المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Li Qamişlo, yekemîn salvegera koça dawî ya Ferhadê Icmo hat bîranîn.

0 69

Iro roja  pêncşemê 7ê Pûşperê li Qamişlo salvegera yekemîn ji koçkirina helbestvanê Kurd yê navdar Ferhadê Icmo, ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê “YNKS” û Yekîtiya Giştî a Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriya “YNRKS” hat bîranîn.
Di destpêkê de, kêlîkek bê deng hat rawestandin li ser giyana helbestvanê navdar Ferhadê Icmo , û li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê.
Herwiha peyva YNKS Û YNRKSê ji aliyê cîgirê serokê YNKSê, birêz Yûsif Luqman hat gotin, û li ser rola helbestvanê navdar Ferhad Icmo axivî û da xuyakirin.
Te gotin ku hemû kesên beşdar berê xwe dan li ser gora wî li goristana Hilêliyê.
Herwiha, gurzek gul ji aliyê seroka YNKSê, Wezna Hamid li ser gora helbestvanê navdar Ferhad Icmo hat danîn.
Tê zanîn ku Ferhah ê Icmo di sala 1960an li Qamişlo hatiye zayînê,  li dibistanên wê xwendina xwe temam kiriye, di sala 1984ê de bawernameya endezyartiyê ji zanîngeha Helebê wergirtiye.
Û di sala 1978an de helbestan bi Kurdî nivîsandiye, û di dirêjahiya jiyana xwe de 7 dîwanên wî yê helbestê çap kirine.
Û di roja 8ê Pûşperê sala 2017an koça dawî kir, piştî ku tenduristiya wî xirab bû.

Ragihandina ENKSê
Leave A Reply

Your email address will not be published.