المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Selahedîn Demîrtaş: Ti hêviyê me di hikûmeta Tirkiyê de nemaye..

0 65

Namzed HDPê ji bo Serokatiya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş, derbarê pêvajoya çareseriyê ragihand, ku ji bo çarekirina pirsa Kurdî, ti hêviya wan di Hikûmeta Tirkiyê de nemaye. 

Demîrtaş berisva pirsên rojnameya Der Spiegel a Almanî da û got: Xelkê Tirkiyê ji serokkomar Receb Teyib Erdogan bêzar bûye û di hilbijartinan de, wê ji Erdoganî re bêjin bese.

Ji aliyekî din li ser pirseke derbarê pêvajoya çareseriyê Demîrtaş wiha got: Ji bo çarekirina pirsa Kurdî, ti hêvya me di Hikûmeta Tirkiyê de tine ye, ji ber ku AKP partiyek faşist û nijadperist e.

Leave A Reply

Your email address will not be published.