المجلس الوطني الكوردي في سوريا

serok Barzanî û Dr. Necmedîn Kerîm civiyan…

0 71

Îro Pênçşema 07.06.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr. Necmedîn Kerîm Parêzgerê şer’î yê Kerkûkê kir.

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr. Necmedîn Kerîm kir, û di wê hevdîtinê de behsa biryara destgîrkirina Dr. Necmedîn Kerîm kirin, û hat diyar kirin ku ew dadwerê biryara destgîrkirina Rêbwar Talebanî Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê derxistibû, her ew e jî ku biryara destgîrkirina Parêzgerê Şer’î yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm derxistiye û eve jî bi firîka xiyanetkarên 16ê Cotmehê ye û dirêjahiya heman xiyanetê ye.

Di hevdîtinê de di derbarê rewşa navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û hevkêşeyên siyasiyên piştî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û pêşhatên dawî û helwesta aliyên siyasiya ya di derbarê paşaroja Iraqê de hate nirxandin.

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.