المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Li Qamişlo roja komkujiya Helebçe hat bîranîn..

0 89

Îro şemiyê 16ê avdarê katjmêr 11, gelê kurd li Qamişlo roja kîmyabarana Helebça bi bîr anîn, ku îro 31emîn li ser kîmyabarana Helebça de derbasbûye têda 5 hezar kesan bûn qurbanî û zêdetir 10 hezar kes birîndar bûn li ser destê rêjîma Ba’s a dîktator bi serpereştîya Sedam Husên.

Miletê Qamişlo, 5 xulekan li ser giyanê pakrewanê komkujiya Helebça rawestiyan.

Di vê bîranîna bi êş û azaran de di wijdanê gelê Kurd ya, xortekî kurd bi navê Rodî Osman ji peyamnêrê me re got: “Îro rojeke gelelkî tehle wê di dilê me de tim bi kul û xem be, nexasim dema em wêneyan di bînin.

Wiha berdewam kir ” Bi rastî ez wê deme ne hatibûm zîyanê lê her dem ku li ber min tê gotin ez gelekî xemgîn dibim”.

Herwisa keçeke kurd bi navê Lîlas Resûl ji peyamnêrê me re got : “Ev rojeke dojehî bû li ser gelê me li başûrê Kurdistanê, gelo dilovanî ne ket dilê wan gunehkaran de ku çawa zarok, jin û pîrên bê guneh kuştin, bêguman rojeke reş li ser eniya dewletên cîhanê de ye”.

Rapor: Yusra Zibêr

Ragihandina ENKS Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.