المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENKSê Salvegera 31emîn ser komkujiya Helebce bibîranî ..

0 107

Encûmena niştîmaniya kûrdî li sûriya, salvegera 31emîn li ser derbasbûna komkujiya Helebce vejand ,

Roja (16) Adarê, hejmarek ji xelkê bajarê Qamişlo (5)xulekê bêdengî rawstiyan li ser giyanê pakrewanên karîsata Helebce , ya ku di Sala (1988) an de rûda , dema  balefirên şer yê artêşa Iraqê bombeyên kîmawî li Der heqê xelkên Helebce li Başûrê Kurdistanê pêkanîn û di encamê de (5)hezar kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran birîndar bûn ji aliyê rêjêma Tundre û dîktator ya (Sedam Hisên),

Ji ber vê yekê di vê Bîranînê li Bajarê Qamişlo , endamê komîta navendî ya Pdk_s ê  (Mihemed se”îd wadî) ji malpera me afixî derbarê smboliya vê rojê û got : “16 Adarê rojeke xemgîniya di dilê  hemû miletên kurd de , ji ber  vê bûyera ku  li bajarê Helebce hatiye rûdan, ku ji erkê kurda wefadarî û rêzgirtin bi xwîna şehîdan bikin û her Sal li bîra xwe bînin”.

Tê zanîn ku bajarê Helebce dikeve Başûrê Rojhilata parizgeha Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê , di roja 16 Adara 1988an hate bombebarankirin ji rexê Rêjîma Sedam Hisên , anha bûye parêzgeheke serbixwe ji rexê Hikûmeta Herêma Kurdistanê .

Raport:Hêvî Delî
Ragihandina ENKS…..Qamishlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.