المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encûmena Niştîmanî Kurdî roja şehîdên 12ê Avdarê vedijîne..

0 75

Miletê kurd dilsozê pakrewanê xwe ne lewra hersal wek îro roja serhildana 12ê Avdarê li bîr tînin.
Îro roja sêşemê 12ê avdarê 2019an encûmena niştîmaniya kurdî roja pakrewanan bi bîr anîn in.
Demjmêr 11ê 5 xulekan li gel sirûda netewî  “EY REQÎB” li ser giyanê pakrewanê kurd û kurdistanê rawestiyan li gêjeya Osman sebrî piştî wê berê xwedan goristana pakrewanan li Hilêliyê.
di rîya meşê dê asayîşa PYD rê li pêşiya xelkê girtin û xwestin astengiyan ji milet re çêkin û wan bitirsînin û jinek bi navê Wefa Elkurdî birîndar bû.
Lê her wiha miletê sozdar meşa xwe berdewam kirin.
Li ser goristana pakrewanan, endama emîndariya giştî ya ENKS ê Yusra zibêr bi xêrhatina xelkê kir û helbestek li ser pakrewanên Newrozê got.
Û gotina emîndariya giştî ya ENKSê hat xwendin ji aliyê serokê Xwecehiya taxa xerbî Mihemed Eyo û di heman demê de gurzên gulan hate danîn li ser gorên her 30  pakrewanan  ji aliyê serokatiya encûmenê.
Di vê derbarê de xwişka pakrewanê newrozê Mihemed Ihiya bi navê Elham Ihiya ji peyamnêrê me re got :
“Îro roja şehîdan e ku em li bîra xwe tînin di gel êş û azarên avdarê ji ber birayê min yek ji wan pakrewanên ku di êvara newrozê de bûn şehîd li ser destê rêcîma Be’s”
Di vê mijarê de dayika şehîd mihemed Zekî bi navê Selîma diya zekî ji peyamnêrên me re got : “Ev miletê wefadar ji bo xwîna pakrewanan ku her sal weke îro berê xwe didin goristanê ji bo li bîra xwe bînin vê rojê cihê rêzgirtinê ne ye û em sipasiya encûmenê dikin li ser xebata wan”

Rapor: Yusra Zibêr

Ragihandina ENKS ê Qamişlo

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.