المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Li Kurdistana sûriya bilindbûna nirxê dermanan bûye diyardeyeke ber biçav

0 121

Li Kurdistana sûriyê bilindbûna nirxê dermanan bûye diyardeyeke berbiçav ji jiyana welatiyan û nexasim dermanên nexweşiyên giran ev yek dibe cihê pirsgirêkeke mezin di gel welatiyan ..

Û herwiha di derbarî vê mijarê de welatiyên bajarê Qamişlo gazinên xwe diyarkirin û ji malpera ENKS ê re anîn ziman : ku ev kirîza buhabûna nirxê dermanan bandorê li ser jiyana me dike ,  ku bi zehmetî êdî em dermanan ji nexweşên xwe re dikirin bi vî bûhayê bilind û bi taybetî di vê rewşa aloz de ya ku milet îro li Kurdistana sûriyê de derbas dibe ji aliyê rewşa aborî ve û herwiha ji bilî wisa hin cûreyên dermanan li dermanxaneyan jî peyda nabin û pişkinîne dektoran bûye bi” 5″ hezar lêreyên Sûrî ..

Û herwiha ji rexekî dî ve her di derbarê vê mijarê de berdewam kirin, ku kesên rastî nexweşiyên giran bûne wekî nexweşiyên şekir û pençeşêrê her tim pêwîstiya me bi dermanan heye û gelek jî ji malbatên hejar in û bê mûçe ne û hin caran cûreyên dermanên ve nexweşiyê  peyda nabe û heger peyde dibe jî bi buhayekî bilind tê firotin, û tê zanîn ku di dema dolar bilind bibû derman jî nirxê wê bûha dibû , lê piştî daketina dolar di vê demê de li bermberî lêreya Sûrî, hîn jî nirxê dermanan erzan nebû ye , û tekez kirin ku her dermanxaneyekê rêjeya nirxê derman zêde dikin . .

û herwiha ji aliyakî din ve welatiyan amaje bi wê yekê kirin û anîn ziman ,ku di vê komîteyên çavdêriyê werin avakirin li ser dermanxaneyan ku raserî yê bi nirxê dermanan nekin û alîkarbin bi milet re.

Û herwiha hêjaya were gotin ku welatiyên Kurdistana sûriyê ji destpêka kirîza sûriyê ta niha rastî gelek zehmetiyan bûne ji hemû aliyên rewşa jiyanê ve, bi taybetî aliyê rewşa aborî ve û ev yek bê guman bandoreke herî mezin û neyînî ser jiyana we kiriye..

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.