المجلس الوطني الكوردي في سوريا

WELATIYEKÎ KURD BI XEMGÎNIYA VEGERANDINA GUNDÊ XWE ÇÛ BER DILOVANIYA XWEDÊ

0 121

Duh di roja pêncşemê 3.9.2020an de, welatiyekî Kurd bi navê Ebdulbaqî Şêx Beşîr (bavê Nûrî) ji gundê Til Bi’êrîr yê bi ser bajarê Serê kaniyê û xeta Zirganê ve , çû ber dilovaniya XWEDÊ.

 

Wek tê zanîn gundê Til Bi’êrîr ji gundên yê ku piştî êrîşîkirina Turkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve, bi ser herêmên Kurdistana Sûriye gundê Til Bi’êrîr, ketibû bin destên wan .

 

Her wiha gundê Til Bi’êrîr mal û milkên gundiyan hatibûn talankirin,wêrankirin û dizîn ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Turkiya ve.

 

Wek tê nasîn rahmetiyê bavê Nûrî kesayetek civaknasî û welatparêz û ji malbatek welatparêz e. Herwiha li gorî agahiyan û şopandina nûçegihanê me di derbarê vê mijarê de, rahmetiyê bavê Nûrî piştî ku gundê wî ketibû bin destên komên çekdar yên bi ser Turkiya ve, hewl dabû ku vegere gundê xwe, lê hatibû girtin û pir îşkence bibû ji aliyê komên Çekdar, ji ber vê yekê, êş û derdên nişteçiyên herêmên di bin destên komên Çekdar pir xemgîn in.

 

Di derbarê vê yekê de, birayê rahmetiyê bavê Nûrî bi rêz Mihemed Şêx Beşîr serokê encûmena xwecehî ya bajarokê Ebû Rasên ya bi ser ENKSê ve, ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman: “Bi rastî birayê min bavê Nûrî çû ber dilovaniya XWEDÊ û xemgîniya gundê wî pêr e çû gorê, ji ber ku rahmetiyê bavê Nûrî dema gundê wî ket bin destên komên Çekdar pir qehirî û ev tişt ne pejirand û hewildan kir ji bo ku vegere ser mal û milkên xwe, lê hat girtin û pir îşkence bibû li ser destên komên çekdar û xemgînî kişand ta çû ber dilovaniya XWEDÊ”.

 

Herwiha Serokê xwecihiya bajarokê Ebû Rasên got: “Birayê min Ebdulbaqî di 25.11.2019an de, hatibû girtin ji aliyê komên Çekdar yên bi navê (Hemzat û Sultan Mûrad) û wan komên Çekdar doza pera kirin ji bo ku bavê Nûrî serbest bikin û wî bişînin nav zarokên wî, bi rastî di riyên taybet de, pere bi nirxê milyon û heysid hezarê Sûrî(1,800,000 p.s) malbatê da û di 5.12.2019an de, rahmetiyê bavê Nûrî serbest hat berdan ji aliyê komên Çekdar  ji wê demê de, rahmetiyê bavê Nûrî qehir kişand ta çû ber dilovaniya XWEDÊ”.

 

 

Her wiha Beşîr di dawiya axaftina xwe de spasiya malpera me ya ENKSê kir li ser şopandina wê di derbarê êş û derdên gelê xwe yî kurd.

 

Wek tê nasîn rahmetiyê bavê Nûrî ji kesayetekî xwedî bandor bû û civaknasî bû û ji rûsipiyên herêmê bû gelek pirsgirêkên civakî jî li ser destên wî dihatin çareserkirin, lê di roja pêncşemê 3.9.2020an de, çû ber dilovaniya XWEDÊ û li gundê Rebî’ata yê bi ser bajarokê Ebû Rasên be hat binaxkirin.

 

Hêjaye gotinê ku çîrokên gelê Kurd ta vê serdema ya ku em têde dijîn her dere xemgîntir dibin.

 

Ragihandina ENKSê

 

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.