Home / Çalakî / LI NAVENDA PARTIYA YEKÎTÎ DÎMIQRATÎ KURDISTANÎ LI QAMIŞLO GOTAREK HAT PÊŞKÊŞ KIRIN..

LI NAVENDA PARTIYA YEKÎTÎ DÎMIQRATÎ KURDISTANÎ LI QAMIŞLO GOTAREK HAT PÊŞKÊŞ KIRIN..

Di roja duşemê 4.1.2021an de,Li bajarê Qamişlo li navenda partiya Yekîtî dîmiqratî Kurdistanî bi beşdarbûna mamosta “Fesla Yûsif”

endama destaya serokatiya ENKSê û sekretêra PYDKê gotarek bi navnîşaniya (Stratejîka avakirina kesayetî) D.Şukrî Yûsif pêşkêş kir.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên rewşenbîr û rêxistinên jinan jî.

Herwiha gotarbêj D. Şukrî Yûsif bi awayekî zanistî û berfire gotara xwe şirovekir.

 

Di derbarê vê yekê de,mamoste Îsa Hac Taha endamê desteya rêveberiya partiya yekîtî Dîmiqratî Kurdistanî ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Di roja duşemê piştî danê nîvro katijmêr 3ê êvarî li navenda partiya Yekîtî dîmiqratî Kurdistanî li bajarê Qamişlo gotarek bi navnîşana

/Stratejîka avakirina kesayetî/

hat pêşkêş kirin ji aliyê akademîsyen mamoste Şukrî Yûsif”.

Herwiha Hac Taha got:

“Beşdarbûn baş bû û gotar baş hat dewlemend kirin ji pirs û gengeşe kirinê re li ser mijarê ji aliyê beşdaran ve”.

Herwiha Hac Taha di dawiya axaftina xwe de got:

“Em dikarin bêjin gotar bi awayekî baş û serkeftî bû ji aliyê gotarbêj û beşdaran ve, û hemû kesên beşdar kêfxweşî û giringiya pêşkêş kirina van gotaran bi vî awayî diyar kirin”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

About Raid Mihemed

Check Also

HERÊMÊN KURDISTANA SÛRIYÊ TÊN TOPBARAN KIRIN JI ALIYÊ TIRKIYA Û CIVAKA NAVDEWLETÎ BÊDENG DIMÎNE.

Di şeveq û sibeha roja Duşemê 8.8.2022an de,Herêmên Kurdistana Sûrî hatin topbaran kirin ji aliyê …

Leave a Reply

Your email address will not be published.