المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI HESEKÊ OFÎSA PARTIYA YEKÎTÎ DÎMIQRATÎ KURDISTANÎ HATIYE ÊRÎŞKIRIN JI ALIYÊ NENASAN VE ….

0 69

Li gorî zaniyariyên taybet di şeva roja duşemê 14.12.2020an de,kesên nenas li bajarê Hesekê li taxa Salhiyê li Kurdistana Sûriya êrîşî ofîsa Partiya Yekîtî Dîmiqratî Kurdistanî kirine, û şûşeyê molotof avêtibûn ofîsê û camên pencereyan û derî jî hatin şikenandin û hin alavên ofîsê xerakirin.

 

Herwiha wek tê zanîn partiya Yekîtî dîmiqratî Kurdistanî ji partiyên ENKSê ye.

Û sekretêra wê xanim Fesla Yûsif e ya ku ji şanda danûsitendinên Kurdî ye ,  yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de.

Herwiha wek tê zanîn di van her du rojên derbasbûyî de,ofîsên encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve,li bajarê Dirbêsiyê û Amûdê hatin êrîşkirin ji aliyê nenasan û karên xerab kirin.

Hêjaye gotinê ku,yên van karên xerab dikin dixwazin bandorek neyinî li ser danûsitendinên Kurdî bikin û dijwatiya xwe eşker e dikin, ji van danûsitendinan ya ku armanc jê yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Sûriya yê.

 


Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.