Home / Uncategorized / DIRBÊSIYÊ : ROJA ALAYA KURDÎ JI HÊLA ENCÛMENA XWECIHÎ HAT VEJANDIN.

DIRBÊSIYÊ : ROJA ALAYA KURDÎ JI HÊLA ENCÛMENA XWECIHÎ HAT VEJANDIN.

Îro di roja pêncşemê 17.12.2020an de,Encûmenên xwecihî  yên   bi ser ENKSê ve roja Alaya kurî li gelek deverên herêma Kurdistana Sûriya vejandin.

Herwiha encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê, encûmena pakrewan Ciwan Elqutna, wê jî di vê rojê de danê nîvro roja Alaya kurdî vejand.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên bi ser ENKSê ve.

Di derbarê vê yekê de,birêz Idrîs Şêx Xelef serokê xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Em wek xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê îro danê nîvro di roja pêncşemê 17.12.2019an de,roja Alaya kurî me vejand.

Herwiha Şêx Xelef anî ziman û got bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên yên bi ser ENKSê ve.

Herwiha di destpêkê de 5xulekên bêdeng hat sekinandin ji bo rêzdariya Alaya kurdî.
Û piştre mamoste Eşref El-mele bi navê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê axivî û axaftina wî jî di derbarê nirxandina Alaya kurdî û rewşa Kurdistana Sûriya bû.

Herwiha gotina Azadiyên Dirbêsiyê jî hat xwendin ji aliyê mamoste Nîzamedîn Elîko,û gotina wî jî di derbarê dîroka damezirandina Alaya kurdî de bû.

Herwiha Şêx Xelef anî ziman û got :”Hejmarek pir ji Alaya kurdî hatin bilind kirin.
Û rojek pir bi nirx bû.
Herwiha Serokê xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê di dawiya gotina xwe de Alaya  pîrozî li hemû gelê Kurd kir û spasiya hemû kesên beşdar kir.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

About Raid Mihemed

Check Also

OFÎSA KARÛBARÊ ENCÛMENÊN XWECIHÎ ,DI DEMA 2 ROJAN BI HEMÛ ENCÛMENÊN XWECIHÎ , LI QAMIŞLO CIVIYA….

Di derbarê naveroka vê civatê de,serokê xwecihiya bajarokê Til Temir mamoste Qasim Xelîl, ji malpera …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *