المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ : ÊRÎŞ HATE KIRIN SER OFÎSA ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ AMÛDÊ Û HATIYE ŞEWITANDINA JI ALIYÊ NENASAN VE ..

0 55

Di şeva roja duşemê 14.12.2020an de,kesnî nenas êrîşî ofîsa encûmena xwecihiya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve kirine û şewitandin.

Ev yek tê piştî rojekê ku Ofîsa xwecihiya Dirbêsiyê rastî êrîşkirinê ,

Di derbarê vê yekê de,Serokê xwecihiya Amûdê birêz Mihemed omer Şêxmûs ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Îşev kesin tundirew derbasî ofîsa encûmena me bûne,

em dikarin vî navî li wan bikin û odeya civatan şewitandin  û alayên Kurdî şewitandin”.

Herwiha Şêxmûs got:

“Bi rastî ev Kar karê terorîsta ye û yê lewaza ye,

Ji ber ku naxwazin ku ev ofîs ji bo xizmeta gelê kurd û doza mafê gelê xwe yî kurd dike”.

Hêjaye gotinê ku ev karên xerab û êrîşkirinên bi ser ofîsên encûmenên xwecîhî yên bi ser ENKSê ve,di vê qonaxa hestiyar de,ya ku danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de,û diyarkirina rasteqîna kar û xebata ENKSê li ser serkeftina van danûsitendinan ji bo yek helwesta Kurdî li Kurdistan Sûriya yê.

Dijminên kurdan naxwazin ev danûsitendin bi serkevin Û kirêçiyên xwe bi kar tînin.

Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.