Li gorî zaniyariyên taybet di şeva roja duşemê 14.12.2020an de,kesên nenas li bajarê Hesekê li taxa Salhiyê li Kurdistana Sûriya êrîşî ofîsa Partiya Yekîtî Dîmiqratî Kurdistanî kirine, û şûşeyê molotof avêtibûn ofîsê û camên pencereyan û derî jî hatin şikenandin û hin alavên ofîsê xerakirin.
Herwiha wek tê zanîn partiya Yekîtî dîmiqratî Kurdistanî ji partiyên ENKSê ye.
Û sekretêra wê xanim Fesla Yûsif e ya ku ji şanda danûsitendinên Kurdî ye , yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de.
Herwiha wek tê zanîn di van her du rojên derbasbûyî de,ofîsên encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve,li bajarê Dirbêsiyê û Amûdê hatin êrîşkirin ji aliyê nenasan û karên xerab kirin.
Hêjaye gotinê ku,yên van karên xerab dikin dixwazin bandorek neyinî li ser danûsitendinên Kurdî bikin û dijwatiya xwe eşker e dikin, ji van danûsitendinan ya ku armanc jê yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Sûriya yê.
Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah