المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇALAKIYÊN TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ, SERDANA DÎWANA SEROKATIYA HERÊMA KURDISTANÊ Û OFÎSA PARTIYA KOMONÎST YA KURDISTANÎ LI HEWLÊRÊ …

0 71

Di roja sêşemê 12.1.2021ê de,şandek ji tevgera çaksaziya kurdî li Sûriya bi serokatiya hevrêzê giştî yê TÇKSê mamoste Fêsel Yûsif û hevalên tevgerê
D.Yeşar Elî endamê ofîsa cîbicîkar,
D.Ebdulwehab Ehmed endamê hevrêziya giştî û hevrêzê rêxistina tevgera TÇKSê li herêma Kurdistanê,
M.Wa’il Resûl Omer nûnerê Tevgerê di nûnertiya ENKSê de li herêma Kurdistanê.
Hatin pêşwazîkirin ji aliyê D.Hemîd Derbendî,serokê pêwendiyên gerîngeha giştî li eywana serokatiya herêma Kurdistanê.

Herwiha hemû bûyerên siyasî yên nû li herêmê bi giştî hatin gengeşekirin,û qonaxa gelê me ya ku têde derbas dibe.

Di derbarê wê de,tekezî bû li ser giringiya yekhelwesta kurdî, ya ku serok Mesûd Barzanî piştgirtiya wê dike,

li gorî hemû guhertinên navdewletî û herêmî ji bo xizmeta berjewendiyên gelê me û dosaya wî ye dadmendî .

Di dawî de, tekezî li ser giringiya bihêzkirina rola ENKSê bû,ji bo piroja wê ya netewî ya ku berevaniyê di ber berjewendiyên gelê kurd û dosaya wî de, dike di civaka navdewletî û herêmî de.

Ji rêyekî dî ve

Di roja çarşemê 13.1.2021ê de,şanda tevgera çaksazî Serdana ofîsa partiya komonîst ya Kurdistanî li Hewlêrê kirin.

Herwiha şanda TÇKSê hatin pêşwazîkirin ji aliyê sekretêrê komîta navendî D. Kawa Mahmûd û endamên komîta siyasî û komîta navendî û ofîsa pêwendiyên giştî .
Di vê hevdîtinê de,hemû bûyerên siyasî yên nû li Sûriya û Iraqê bi awayekî taybet û yê herêmê bi giştî hatin gengeşekirin.

Herwiha di derbarê wê de,tekezî bû li ser giringiya kar û xebatê ji bo yekhelwest û yekîtiya axaftina siyasî ya kurdî li gorî  qonaxê û metirsiyên bi ser gelê kurd û dosaya wî û herêmên Herêma Kurdistana başûr û Kurdistana Sûriya de tên.

Herwiha di vê hevdîtinê de,rola ENKSê ya erênî hat gengeşekirin,di derbarê gihiştina rêkeftinek giştî bo nerînan û pêwistiya gelê me di vê qonaxa hestiyar de, ya ku gelê me têde derbas dibe di derbarê danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de ya ku di bin çavdêriya Emrîka de,û serdariya herêma Kurdistanê piştevaniya wê dike

Di dawiya hevdîtinê de,her du aliyan tekezî li ser hevrêzî û alîkariya avakirinên hevbeş di navbera partiya komonîst ya Kurdistanî û Tevgera Çaksaziya Kurdî -Sûriya de.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.