المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI TIL TEMIR “FESLA YÛSIF” SEMÎNAREKE SIYASÎ BI RÊ VE BIR.

0 73

Bi vexwendina Encûmena xwecihî ya bajarokê Til Temir ya bi ser ENKSê ve,di roja înê15.1.2021ê de, demjimêr 2ê piştî nîvro li navenda xwecihiya bajarokê Til Temir semînarek siyasî û cemawerî hat lidarxist.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr û herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve,û rûsipî  û bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan yên bi ser ENKSê ve û cemawerekî pir ev Semînar hat pêşkêşkirin.

Di derbarê vê yekê de,serokê xwecihiya bajarokê Til Temir mamoste Qasim Xelîl ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Di destpêkê de,bi navê xwecihiyê bi xêr hatina hemû mêvanên beşdar hat kirin û xuleke bêdeng li ser giyanên pakrewanên şoreşa rûmet û azadiyê û bi taybet li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan li gel Sirûda Ey Reqîb.

piştre, semînar ji aliyê endama desteya serokatiya ENKSê mamosta Fesla Yûsif ve,û sekretêra partiya Yekîtî dîmiqratî Kurdistanî, hat pêşkêş kirin, û li ser rewşa siyasî li sûriya bi giştî û bi taybet li ser rewşa Kurdî li kurdistana Sûriya û bûyerên herî dawî hat sekinandin”.

 

Herwiha Xelîl got:

” M.Fesla Yûsif li ser danûstandinên kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de, rawestiya,û xalên yên ku gihiştinê têgihiştinan ji bo yekhelwesta Kurdî anî ziman.

Herwiha Mamosta Fesla Yûsif,tekez kir ku ev karê ji bo rêkeftina kurdan ne dijî ti pêkhatiyên dî yên nava Sûriya de,

çi ji aliyê neteweyî û olî û ne dijî ti welatên derdora Sûriya ye.

Û tekez kir li ser giringiya têkildariyan bi hemû pêkhatiyên din ji Ereb,Siryan,Tikeman û Ermen…li ser bingeha çanda nermî û jiyana hevbeş li ser bingeha rasteqîna hevbeşî di welat de,li gorî belege û peymanên civaka navdewletî.

Herwiha mamosta Fesla Yûsif, bi awayekî berfire rasteqîna ENKSê diyar kir li ser jidilbûna wê li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de.

Herwiha di semînarê de,Yûsif rawestiya li ser binpêkirinên komên Çekdar yên bi ser Turkiya ve,di derheqê gelê kurd de tên kirin,li Efrînê,Girê Spî û Serê kaniyê.

Herwiha semînar rawestiya li ser Eniya Aştî û Azadî jî,û hevdîtinên wê yî dawî bi Emrîka û welatên Ewropa re”.

Herwiha Xelîl got jî :

“M.Fesla Yûsif rawestiya li ser beşdarbûna ENKSê di komîta destûrê de.

Herwiha mamosta Fesla Yûsif bi awayekî Zelalmendî rawestiya li ser ragihandinên serdarên PYDê ya ku ji her demekê û demekê derdikevin armanc jê ew e  van danûsitendinên Kurdî, bi binbixin.Û ya herî dawî ji aliyê serokê şanda PYNKê, xerabî di derheqê hêzên Pêşmergên Roj de”.

Herwiha di dawiya semînarê de beşdaran pirsiyarkirin û pirsên xwe diyarkirin ji bo rewşa niha û qonaxa bê, û ji aliyê Mamoste Fesla Yûsif ve, bersiva wan bi awayekî Zelalmendî hat dan.

Herwiha Serokê encûmena xwecihî ya bajarokê Til Temir,û mamosta Fesla Yûsif di dawiya semînarê de, spasiya hemû mêvanên beşdar kir li ser beşdarbûna wan.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.