المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI DIRBÊSIYÊ ŞANDEK JI ENCÛMENA RÛSIPIYÊN ÊLAN YA BI SER RÊVEBERIYA PYDÊ VE SERDANA OFÎSA XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE KIR…

0 53

Îro di roja yekşemê 24.1.2021ê de,encûmena rûsipiyên êlan li Dirbêsiyê ya bi ser Rêveberîya PYDê ve,bi serokatiya Mela(Seyda)Heysem,serdana ofîsa encûmena xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve kirin.

Herwiha şanda encûmena rûsipiyên êlan li Dirbêsiyê ,hatin pêşwazîkirin ji aliyê serokê xwecihiyê mamoste Idrîs Şêx Xelef û hin ji endaman.

Li gorî şopandina nûçegehanê me, di derbarê naveroka vê serdanê de,ev encûmena rûsipiyên êlan li Dirbêsiyê di vê dema dawî de,rewşa mamosteyên ku di her du rojên /sêşem û çarşemê 19 û 20ê vê  heyvê de,hatibûn binçavkirin ji aliyê asayîşa bi ser PYDê ve,ji bo serbest berdana wan dişopandin.

Wek tê zanîn mamosteyên ku di roja sêşemê 19.1.2021ê de, hatibûn binçavkirin  , di roja şemiyê 23.1.2021ê de hatibûn serbest berdan.

Lê her du mamoste,M. Nîzamedîn Elîko û mamoste Cîhad Elîko yên di roja çarşemê 20.1.2021ê de,hatibûn binçavkirin di dema pêşandanê de, hîn girtîne.

Herwiha şanda encûmena rûsipiyên êlan li Dirbêsiyê ya bi ser Rêveberîya PYDê ve, di vê hevdîtinê de,ji encûmena xwecihiya bajarê Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve, tekez kirin li ser serbest berdan her du mamosteyan û diyar kirin ku ya îro û yan sibê wê werin serbest berdan.

Herwiha Serokê xwecihiyê bi navê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê spasiya şanda encûmena rûsipiyên êlan li Dirbêsiyê kir li ser vî karê wan û ji wan re diyar kir divê hûn piştgirtiya piroja van mamosteyan bigrin.

Gorî çavdêrên Siyasî pêwîste birêz Mezlûm Ebdê fermandarê HSDê,bilez li ser van pirsgirêkan raweste  û çareser bike , Ji ber ku danûsitendinek tê kirin di navbera ENKSê û PYNKê de,ji bo yekhelwesta Kurdî li Sûriya ji bo parastina mafê gelê kurd di Sûriya siberojê de.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.