Îro di roja şemiyê,23.1.2021ê de,mamosteyên di roja sêşemê 19.1.2021ê de,hatibûn binçavkirin ji aliyê ewlehiyên bi ser PYDê ve,serbest hatin berdan,ji xeynî mamoste Nîzamedîn Elîko û mamoste Cîhad Elîko.
wek tê zanîn,mamoste Nîzamedîn Elîko û mamoste Cîhad Elîko, di roja çarşemê 20.1.2021ê de,hatibûn binçavkirin ji aliyê asayîşa bi ser PYDê ve,dema tevlî pêşandana xwendekaran bibûn û daxwaza serbest berdana mamosteyên xwe dikirin.
Herwiha mamoste Nîzamedîn Elîko û mamoste Cîhad Elîko hîn li cem asayîşa bi ser PYDê ve girtîne , û bangewazî ji gelek aliyan heye ji bo serbest berdana wan ji Girtîgehê .
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah