المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇILAXA ALIYA : ENCÛMENA GUNDÊ ALAQOS YA BI SER ENCÛMENA XWECIHÎ YA PAKREWAN NISREDÎN BERHIK VE CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST..

0 65

Di roja yekşemê 24.1.2021an de,encûmena gundê Alaqos ya bi ser encûmena xwecihiya pakrewan Nisredîn Berhik ya Çilaxa ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya asayî li darxistin.

piştî rawestina xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir,mijarên giring hatin gengeşekirin.

Herwiha civat bi awayekî kurtayî li ser van mijaran rawestiya û gengeşekirin.

– Rewşa rêxistinên alîkariyê û estengiyên ku li himberî wan derdikevin ji bo belavkirina alîkariyan û awayên belavkirinê.

– karên civakî û rewşa Komelayetî li gund .

-Ji bo parastina gund jî hat gengeşekirin.
-Herwiha rewşa siyasî û civakî û hin mijarên dî jî bi awayekî berfire hatin gengeşekirin.

Herwiha di dawiya civatê de,hin pêşînyar û biryar jî hatin sitendin.

Wek tê zanîn encûmena gundê Alaqos bi ser encûmena xwecihî ya pakrewan Nisredîn Berhik ve, ya Çilaxa Aliya ya bi ser ENKSê ve.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.