المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI DIRBÊSIYÊ ROJA CÎHANÎ YA JINÊ JI ALIYÊ OFÎSA JINÊ YA BI SER XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ VE HAT VEJANDIN..

0 69

Wek tê zanîn roja 8ê avdarê roja Cîhanî ya jinê ye , Ji ber vê yekê gelê kurd jî li seranserî Cîhanê vê rojê vedijîne.

Diho  roja duşemê 8.3.2021ê de,ofîsa jinê ya encûmena xwecihî ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve Roja Cîhanî ya jinê li navenda xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya bi ser ENKSê ve vejandin.

Di destpêkê de,mamosta Hêvî Elmela,bi xêr hatina mêvanên  beşdar kir û piştre xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir bi sirûda Ey Reqîb rawestiyan.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jinan û ciwanan û hejmarek ji jinên bajarê Dirbêsiyê.

Herwiha gotina Nivîsgeha jinê ji aliyê mamosta Minewer Şemsedîn hat xwendin.

Herwiha gotina wê di derbarê rola Jinê de bû di civakê de.

Herwiha gotina Emendariya giştî ya ENKSê ji aliyê mamoste Idrîs Şêx Xelef ve, hat xwendin.

Herwiha gotin di derbarê giringiya rola Jinê de bû di civakê û hemû aliyên jiyanê de,bi zilam re,û nirxandina kar û xebata jinê ji destpêka dîrokê ve.

Herwiha helbestvanê kurd jî Evdalê Amûdê bavê Tarî,û sê gulîlkan(Şehrezad,Narê û Cana)Sitranek di derbarê helkeftê de gotin.

Herwiha ciwanekî bi navê Ciwan jî sitranek di derbarê helkeftê de pêşkêş kir.

Herwiha helkeft bi dîlana Kurmancî ya resen hat bidawîkirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.