المجلس الوطني الكوردي في سوريا

8Ê AVDARÊ ROJA CÎHANÎ YA JINAN JI REXÊ NIVÎSGEHA JIN Û ZAROKATIYÊ LI AMÛDÊ HAT VEJANDIN..

0 73

Diho pîştî danê nîvro di roja duşemê 8.3.2021ê de,komîta jin û zarokatiyê ya encûmena xwecehî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li qada garaja birêz Mihemed Omer Şêxmûs roja Cîhanî ya jinê vejandin.

Di destpêkê de, xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir bi sirûda Ey reqîb rawestiyan.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jinan û ciwanan.

 

Herwiha gotina Emendariya giştî ya ENKSê ji aliyê mamosta Fatma Salih ve, hat xwendin.

Herwiha gotina wê jî di derbarê giringiya rola Jinê de bû di civakê û hemû aliyên jiyanê de.

Herwiha gotina komîta Nivîsgeha jin û zarokatiyê ji aliyê mamosta Simeya Hac Yûnis ve, hat xwendin.

Herwiha gotina wê di bin dirûşma jin di posta serkirdayetiyê de hemû mêvanên xwe bi navê komîta jinê ya encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê bixêrhatin kir û ev roj jî li wan pîrozbahî kir û gotina wê di derbarê rola Jinê de bû di civakê de.

Herwiha di dawiya helkeftê de koma xwecihiyê şanoyek di derbarê rola Jinê de pêşkêş kir û hin helbest û sitranê folklorê kurdî jî hatin pêşkêş kirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.