المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI DIRBÊSIYÊ KALEMÊREKÎ 70Ê SALÎ JI BER NEXWEŞIYA KORONA ÇÛ BER DILOVANIYA XWEDÊ…

0 71

Li gorî zaniyariyan, di vê dema dawî de,nexweşiya Korona li herêmên Kurdistana Sûriya bi awayekî zêde belav bûye.

Û di encamên wê de hin welatî jî jiyana xwe ji dest dane ,

Bi taybet kesên ku berê nexweşiyên taybet li cem wan hebûn bêtir jiyana wan di metirsiyê de ye bi taybetî Nexweşiyên demdirêj .

Ji ber vê yekê Di roja yekşemê 25.10.2020an de, katijmêr 7ê êvarî li bajarê Dirbêsiyê li Kurdistana Sûriya welatiyekî temenê wî 70ê salî bû bi navê Hac Izedîn Elîko ji ber sedema nexweşiya veyrûsa Korona çû ber dilovaniya XWEDÊ.

Di derbarê vê mijarê de,lawê rahmetî mamoste Nîzameddîn Elîko ji malpera me ya ENKSê re, ragihand û anî ziman:

“Ez di destpêkê de,spasiya we dikim li ser beşdarbûna we li bin konê şîna bavê min , Bi rastî bavê min berî ku veyrûsa Korona li herêmên Kurdistana Sûriya û li cîhanê belav bibe,hin nexweşî li cem wî hebûn ,

Wek nexweşiya şekir û Fişara Xwînê

û feleca mejî jî lê xistibû.

Û ev nexweşiya rewşa veyrûsa  Korona bi ser de hat rewşa wî pir xerab dibû roj bi roj ta çû ber dilovaniya XWEDÊ”.

Herwiha M.Nîzameddîn Elîko got jî : “Bavê min li malê me wî îlac dikir li ser riya bijîşkan rewşa wî ya tenduristî dihat şopandin , Lê Zêdeyî hevtiyekê bavê min di ber xwe dida ta çû ber dilovaniya XWEDÊ”.

Herwiha Elîko got:

“Ez dikarim bêjim di vê dema ku bavê min nexweş bû me wek malbat me xwe ji hev cûda nedikir wek her tim danûsitendina me bi hev re bû”.

Wek tê zanîn ku rahmetiyê Hac Izedîn Elîko kesayetekî welatparêz û neteweyî bû û li ser rêbaza pirojeya ENKSê bû,û ji malbatek welatparêz û hemû zarokên wî li ser vê rêbazê ne û hatine  perwerde kirin.

Hêjaye gotinê ku nexweşiya veyrûsa Korona li herêmên Kurdistana Sûriya bi awayekî zêde belav bûye ,

Lê xelkên herêmê bi giştî xwe li malê îlac dikin li ser riya bijîşkan û wek nexweşiya bahorê ango papêşê wê dibînin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.