المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KOBANÊ : ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ KOBANÊ YA BI SER ENKSÊ VE CIVÎNA ASAYÎ LI DARXIST..

0 95

Di roja duşemê 26.10.2020an de,encûmena xwecihî ya bajarê Kobanê ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya asayî li darxist.

Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê namir rawestiyan .

Di derbarê naveroka civatê de, serokê xwecihiya bajarokê Kobanê mamoste Ednan Bozan ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Civata xwecihiyê ya asayî bû û civat di derbarê rewşa rêxistinî,rapora hatî ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecehî hat xwendin û hemû endaman hatin agahdarkirin  bi biryarên nû yên hatibûn derandin ji aliyê emendariya giştî ya ENKSê.

Û civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî gengeşekir,di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bicihênana wê di nava cemawer de”.

Herwiha Bozan got:

“Civat rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî û bi taybet li ser rewşa kurdî -kurdî di derbarê têgihiştinên herî dawî ji danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de”.

Herwiha Serokê xwecihiyê di dawiya axaftina xwe de,spasiya hemû endamên xwecihiyê kir li ser Pabendbûna wan li ser kar û xebata rêbaza ENKSê.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.