المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ : NAVEROKA CIVÎNA ENCÛMENA XWECIHÎ YA ROJAVAYÊ HESEKÊ YA BI SER ENKSÊ VE.

0 75

Di roja yekşemê 25.10.2020an de,encûmena xwecihî ya rojavayê Hesekê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî li darxist.

Di destpêkê de, xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê namir rawestiyan.

Herwiha civatê lîsta kar gengeşekirin,di derbarê wê de,civat rawestiya li ser rewşa rêxistinî û bûyerên herî dawî yên nû û rewşa siyasî û danûsitendinên Kurdî -kurdî.

Di derbarê naveroka civatê de,serokê xwecihiya rojavayê Hesekê mamoste Xelef Emînakê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Civat ya asayî bû,gelek mijar me gengeşekirin,Wek rewşa rêxistinî, Tekez bû li ser Pabendbûna hemû endaman li ser beşdarbûna civatên xwecihiyê.
Herwih li ser rewşa xwecihiyê baş hat şirovekirin ,

Û hin pêşînyar jî hatin sitendin  , di derbarê pêşketina xwecihiyê de , Civat rawestiya li ser belavbûna nexweşiya veyrûsa korona di dema derbas bûyî de civat ji ber wê rawestiya bûn “.

Herwiha mamoste Xelef got jî:

” Xwecihî rawestiya li ser bûyerên nû yên siyasî bi taybet danûsitendinên Kurdî – Kurdî di derbarê wê jî de endamên xwecihiyê tekezkirin li ser giringiya danûsitendinan ji bo bighin rêkeftinek giştî ,

Di derbarê vê yekê de jî civatê bi awayekî erênî li van danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de nerîn û tekezî bû li ser zûbûa têgihiştina hemû doseyan ji bo xizmeta gelê kurd li Sûriya”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.