المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI DIRBÊSIYÊ ÇIL ROJIYA “XALID RESO” ENDAMÊ PDKSÊ HATE VEJANDIN…

0 79

Di roja înê 10ê Gulana 2019an de, çil rojiya  endamê PDKSê birêz “Xalid Reso”

li gundê rihaniya remaka yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve,hat vejandin ji aliyê rêxistina Dirbêsiyê ya PDKSê.

bi beşdarbûna partiyên siyasî, û rewşenbîr,kesayetiyên serbixwe,rêxistinên civaka sivîl,rêxistinên jinan û ciwanan.
Di destpêkê de,M.Leyla El-mele û M.Ahmed Oso bi xêr hatina mêvanan kirin, û piştre xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Şoreşa azad û kurd û Kurdistan û dilovanî ” Xalid ”

û Barzaniyê namir , hate rawestiyan,li gel sirûda Ey reqîb.
Herwiha gotina PDKSê, hat xwendina ji aliyê M.Beşar Emîn.

Û hin birûsk hatin xwendin , û piştre gotina encûmena xwecehî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê,ya bi ser ENKSê ve hat xwendina,ji aliyê M.Idrîs Xelef.


Piştre gotina rêxistina Dirbêsiyê ya PDKSê jî hat xwendin ji aliyê M.Neş’et Zaza, û gotina malbata rahmetî jî,hat xwendin ji aliyê M.Ela’elddîn Reso.

di der barê vê rojê de,
M.Umer Emo endamê PDKSê ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman:”Lê belê ku meha rojiyê jî,lê beşdarbûn baş bû,û dema em helkeftekê bi vî awayî vedijînin ev tê wateya, namekê ji bo hevalê me,û em soz didin ku em ê rêbaza hevalê xwe Xalid bişopînin”.

Herwiha Emo spasiya hemû kesên beşdarbûyî kir .

Ragihandina ENKSê

Dirbêsiyê .. Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.