Erdhejînek li başûrî rojavayê Helebce rûda , û gorî Desteya Emerêkî ya Bûmelerzan (Erdhejînê) got ev yek li başûrî rojhilatî Silêmaniyê bi 71 km çêbû , bi kûrbûna 10 km .
Ji rexê xwe be Desteya Geşûhewayê û ya çavdêriya Erdhejînê li Silêmaniyê got ku ev Bûmelerzîn nêzîkî bajarokê Derbendîxan çêbû ku Xelkê vê deverê hest pê kirin ,
Ji alîkî dî ve , ragihandinên Îranî gotin ku Erdhejînek li ser sînor çêbû bi hêza 5.1 nêzîkî bajarokê Ezxele bê ku ziyan çêbin .
Hêjaye were gotin ku ev dever û li dirêjahiya zincîra çiyayê ZAGROSê devereke çalak e ji bo Erdhejînê, û tê naskirin û destnîşankirin ji deverên pir çalak, ku dî 12 – 11 – 2017 Erdhejîneke pir bihêz çêbû bi hêza 7.6 li ser Rêxter bû û zêdey 400 kuştî û 7200 birîndar li pey xwe hişt li başûr û Rojhilata Kursiatanê .
Ragihandina ENKSê
Herêma Kursiatanê