المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI ÇILAXA ŞANDEK JI TÇKSÊ SERDANA OFÎSA ENCÛMENA XWECIHÎ KIR.

0 63

Îro roja yekşemê 12.12.2020an de,

şandek ji Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriya serdana encûmena xwecihî ya pakrewan Nisredîn Berhik ya bi ser ENKSê ve,li bajarokê Çilaxa kir.

Di derbarê vê yekê de,mamoste Mesûd Sêfo endamê hevrêziya giştî ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriya ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Îro danê beyanî di roja yekşemê de,şandek ji TÇKSê bi serokatiya mamoste Feyrûşa Ebd-elrihman endamê ofîsa cîbicîkar û Mesûd Sêfo endamê hevrêziya giştî û mamoste Hesen kerho endamê hevrêziya herêma Çilaxa serdana ofîsa encûmena xwecihî ya pakrewan Nisredîn Berhik kir.

Herwiha şanda me hat pêşwazîkirin ji aliyê cîgerê serokê xwecihiyê mamoste Behzad Mûrad û hin ji endamên xwecihiyê”.

Herwiha Sêfo got jî:

“Di derbarê vê serdanê de,rewşa xwecihiyê hat gengeşekirin û şanda me amedehiya xwe diyar kirin li ser xwestekên jê bê xwestin ji aliyê xwecihiyê.

Herwiha bûyerên herî dawî yên siyasî jî hatin gengeşekirin û bi awayekî berfire rawestiyan li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de.

Herwiha di dawî de, her du aliyan kêfxweşiya xwe dan diyarkirin li ser giringiya van hevdîtinan”.

Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.