المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEVRÊZIYA GIŞTÎ YA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ LI SÛRIYE CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXISTIN…

0 76

Di roja înê.11.12.2020an de,hevrêziya giştî ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriya civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo li darxist.

Di derbarê naveroka civatê de, endamê ofîsa cîbicîkar yê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye,M.Kazim Xelîfê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Hevrêziya giştî ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye civîna xwe ya asayî li darxistin û li ser lîsta kar rawestiyan birêkûpêk, di destpêkê de, xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan.

Herwiha Civatê roja Cîhanî ya mafê mirovan bi bîr anî û di derbarê wê de, stemkarî û zordariya gelê Kurd ya ku hatibûn berengarbûn li ser destên rêjîmên faşist û zordar.
Û civatê tekez kir li ser giringiya yekhelwesta Kurdî û pêwîstiya kar li ser serkeftina van danûsitendinên berdewam dibin çavdêriya Emrîkan de.

Ji ber ku wê hêzek berevanî be di ber mafê gelê kurd de û gelê Sûriya bi giştî.

Herwiha Civatê encamên komîta destûrî gengeşe kir ya ku rêjîmê estengî û bazhildana biryarên civaka navdewletî û bi taybet biryara 2254.
Herwiha giringî bi yekîtiya destaya danûsitendkar heye .

Herwiha civat rawestiya li ser binpêkirinên komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve Û guhertina dîmixrafî li herêmên Kurdî (Efrîn,Girê Sipî û Serê Kaniyê) û daxwaz kir ji ENKSê hemû van binpêkirinên komên Çekdar diyar bikin û daxwaz bikin ji civaka navdewletî li hember van karên xerab bisekinin û hemû penaber û koçber vegerin malên xwe û parastina milkên wan bibe.

Herwiha civatê rewşa Kurdistanî jî gengeşekirin û pêlanên dijî gelê Kurd tên kirin pêwiste li ser van rewşa hişiyar bin.

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa aborî û estengiyên jiyana welatiyan, di derbarê daketina nirxê lêreya Sûriya li hember nirxê pereyên biyanî,û kirîza nexweşiya veyrûsa korona ya ku rewşa jiyanê bêtir zahmet kiriye”.

 

Herwiha Xelîfê, anî ziman û got:

“Hevrêziyê hin biryayar û pêşînyar jî sitandin, di derbarê rewşa siyasî û rêxistinî de,ji bo pêşketina kar”.

Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.